Çavên cîhanê li Qendîlê ne
Çavên cîhanê li Qendîlê ne
Çavên cîhanê li Qendîlê ne
Piştî ku hate ragihandin ku dê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li Qendîlê daxuyaniyek derbarê vekişîna hêzên gerîlayan ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de daxuyanî bide çapemeniyê, çapemeniya Kurd, Tirkiye û cîhanê berê xwe da Qendîlê. Li aliyeke din jî balafirên keşfê li ser Qendîlê re difirin.
Du roj beriya daxuyaniya çapemeniyê ku tê payin îro ji aliyê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ve bê dayin, çapemeniya Kurd, Tirkiye û navneteweyî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Gelek ajansên navneteweyî, rojname û televîyzonên biyanî, çapemeniya Bakûr û Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, bi sedan rojnamevan ji bo beşdarî civîna çapemeniyê bibin, li Qendîlê ne.
Li aliyeke din jî, balafirên keşfê li ser herêma Qendîlê ku tê daxuyaniya çapemeniyê lê bê dayin digerin û balafir bala rojnamevanan kişandin ser xwe.