Çandar: Divê rojnamevan tavilê werin berdan
Çandar: Divê rojnamevan tavilê werin berdan
Çandar: Divê rojnamevan tavilê werin berdan
Di roja duyemîn a rûniştina pêncemîn a doza çapemeniyê ya di bin navê KCK'ê de tê rêvebirin de, rojnamevan û nivîskar Cengîz Çandar ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir, ku ragirtina kedkarên çapemeniya azad li girtîgehan, neheqiye. Çandar got, "Eger dixwazin edaletê pêk bînin, divê beriya her tiştî rojnamevanan serbest berdin."
EGER NÛÇEGIHANÊ MAGAZÎNÊ JÎ DIÇIN QENDÎLÊ...
Çandar da xuyakirin ku bi destpêkirina pêvajoy aştiyê re kes nemaye neçûye Çiyayê Qendîlê û anî ziman, ku di rewşeke bi vî rengî de divê xebatkarên çapemeniya azad tavilê serbest werin bedan. Çandar bibîr xist, ku ji çapemeniya Tirk nûçegihanên magazînê jî çûne Qendîlê û got, "Der heqê kesî de tiştek nehatiye kirin. Der heqê ti kesî de ji ber çûyîna Qendîlê tewambarî nayê kirin. Hevalê min ê herî nêz Hasam Cemal bi wêneyên hatin kişandin re, li gel gerîla meşiya. Erbîl jî peyivî, nivîsand. Bi Dûran Kalkan, Bahoz Erdal, Cemîl Bayik re axivîn, hîn jî axaftin tên kirin. Rojnamevanên li girtîgehê tên ragirtin jî, ji dehan parek vî karî jî nekirin, lewma ev yek nayê fêm kirin û ne li gorî edaletê ye."
Çandar da xuyakirin ku di rewşeke bi vî rengî de ne tenê rojnamevan, divê parêzer û siyasetmedarên Kurd jî li girtîgehan neyên ragirtin û got, "Sedema wê çi dibe bila bibe, rojnamevan bi helwesteke li dijî edaletê tên ragirtin. Eger behsa pêvajoyeke danûstandinan, pêvajoyeke aştiyê tê kirin û edaletê pêk were, hingî divê rojnamevan tavilê werin berdan."
DIVÊ SEROKWEZÎR TEQÎNA CIVAKÎ BAŞ BIXWÎNE
Çandar teqîna civakî ya bi berxwedana Parqa Gezî re rû da nirxand û anî ziman ku ev teqîn wê li nava nifşê nû yê Tirkiyê bi salan deng vede. Çandar da xuyakirin ku di serî de Serokwezîr Erdogan ev teqîna civakî baş nexwendiye û got, "Eger rast nexwîne, mixabin wê encamên gelekî neyinî rû bidin. Eger hûn bi niftika agir li dora tupê gazê bigerin, diyare wê çi biqewime. Ev yek jî wê ji bo kesî nebaş be. Lewma divê Serokwezîr vê teqînê baş bixwîne û tavilê vegere serî, cihê lê destpê kiribû. Divê projeyên li ser Parqa Gezî betal bike."