Çalakvanê Kurd Şepal serbest hate berdan

Çalakvanê Kurd Şepal serbest hate berdan

Çalakvanê Kurd Şepal Îbrahîm ku ji aliyê rejima Baasê ve hatibû girtin, serbest hate berdan.

Serokê Yekîtiya Ragihandina Azad Mihemed Kemal ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku çalakvanê Kurd Şepal Îbrahîm ji girtîgeha rejima Baasê serbest hate berdan.

Kemal diyar kir ku, “Bi rêya telefonê li gel birayê Şepal Îbrahîm Ciwan Îbrahîm re axivîme û daye diyarkirin ku birayê min serbest hatiye berdan û dê roja înê were Qamişlo.”

Çalakvan Şepal Îbrahîm di 22’ê Êlona 2011’an de li bajarê Qamişlo ji aliyê istixbaratê esmanî ya rêjîma Baasê ve hatibû girtin. Demekê di girtîgeha Sêdnaya ya girêdayî paytexta Sûriyê Şamê de maye, Îbrahîm ji ber çalakiyên xwe yên aştiyane hatibû girtin.

Her wiha Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê di vê meha Gulanê de berdewama girtina Şepal Îbrahîm şermezar kir û bang li hemû rêxistinên navnetewî û mafên mirovan kir ku piştgriya wan bikin ji bo serbest were berdan.