Çalakiyên kon berdewam in

Çalakiyên kon berdewam in

Çalakiya DOKH'ê ya 'Nobeta Konên Çareseriyê' li Şemzînanê bi coş didomin. 

Çalakiya 'Konê Çareseriyê' ku li qontara çiyayê Gomanê ya li Gundê Şapatana Şemzînanê hatiye vedan di 8'emîn roja xwe de bi coş didome. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamê ÎHD'ê yên Colemergê, parêzerên endamê Baroya Colemêrgê, karkerên tenudristiyê û gelek kes duh çûn serdana konê çareseriyê. Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, got ku ji bo pêşî li ber provakasyonan bigirin wan ev kon dane vedan û bang li welatiyan kir ku xwedî li çalakiyê derkevin. 

Piştî axaftinan dayîkên Aştiyê yên Şemzînanê ku nobeta wan dawî bûye, nobetê wê dewrê Dayikên Aştiyê yên Qilebanê bikin. Welatiyên ku hatine serdana kon, li gel mûzîkê govend girtin.