Çalakiya "konê çareseriyê" ya li Şemzînanê dewam dike
Çalakiya "konê çareseriyê" ya li Şemzînanê dewam dike
Çalakiya "konê çareseriyê" ya li Şemzînanê dewam dike
Li navçeya Colemêrg Şemzînanê, çalakiya "Konê Çareseriyê" yê li Kaniya Bermêşê, di roja sêyemîn de bi çalakiyên cûda dewam dike.
"Konê Çareseriyê" yê bi pêşengiya Tevgera Jİnan a Azad û Demokratîk li nêzî Kaniya Bermêş a quntarê Çiyayê Gomanê hat vedan, doh êvarê ji çalakiyên cihê re mêvandarî kir. Rêveberên BDP'ê yên navçeya Şemzînanê, Şaredar Sedat Tore û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl çûn serdana Dayikên Aştiyê yên li binê kon wê hefteyekê nobedê bigirin. Di binê kon de, sînevîzyonek ji wêne û dîmenên komkujiya Roboskî û gerîlayên PKK'ê yên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hat pêşandan.
Bi sarbûna hewayê re, welatiyan agir dadan û li dora agir govend gerandin. Her weha tevahiya şevê, balafirên bê mirov ên keşfê li ezmanên navçeyê firiyan.