'Çalakiya Farqînê mafekî rewa bû'
'Çalakiya Farqînê mafekî rewa bû'
'Çalakiya Farqînê mafekî rewa bû'
Gerîlayê Kurd Berxwedan Rojhilat ku yek ji çalakvanê 14’ê Tîrmeha 2011’an a Farqînê ye got; “Dewleta Tirk dixwest di 14’ê Tîrmehê de darbe li me bide û şikestinek li Amedê bide destpêkirin. Lê me mafê xwe yê rewa kar anî û darbe li leşkeran da. Di demên pevajoya aştiyane de nêzîkatiya dewleta Tirk her tim ji xeteriyên weha re derî vedike.”
Pêvajoyên aştiyane ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera PKK’ê vê hatin destpêkirin her tim bi provokasyonên dewleta Tirk vala hatin derxistin. Di dema Turgut Ozal, di dema Necmeddîn Erbakan û her wekî din gelek mînak hene. Heri dawî jî 1999’an ku Ocalan dîl hat girtin heya 2004’an, piştî wê jî heta 2011’an peşveçûnen wiha çebûn. Niha jî bi pêşengtiya Ocalan Pevajoya Çareseriya Demokratîk hat destpêkirin. Lê dîsa nêzîkatiya dewleta Tirk ên ku qereqolan çêdike, êrîşî gel dike û ji xeteriyen wiha re derî vedike. Ev xeterî 14’ê Tîrmeha 2011’an de jî derketibû holê û di encama vê de pêvajoye çaraseriyê xetimî bû. Di wê demê de çi qewimîbû, ev pevçûna 14’ê Tîrmehê ya Farqînê çawa pêşketibû, çalakvanê vê çalakiyê Berxwedan Rojhilat ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Rojhilatê ku di sala 2001’an de tevlî nav refên gerîla bû di demekê şert û mercên zehmet de partiyê nas dike. Rojhilat dema tevlîbûn û naskirina PKK’ê wiha tîne ziman; “Dema ez tevlî partıyê bûm tasfîyekar derketibûn hole. Lê ev tasfiyekar bi hewldanên Serokatî vala derketin. Ji ber ku dewleta Tirk rêya çaraseriyeke aştiyane nepejirand, tevger jî neçar ma ku hem lî dijî wan tasfiyekaran hem jî dijî politikayên îmha û înkara dewletê 1’ê Hezîrana 2004’an de hemleyekê bide destpêkirin. Di çarçoveya wê hemleye de ez ji 2006’an de çûm Amedê. Her çi qas tam li gor partiyê em nebibin bersiv jî her tim me xwest di xeta partiyê de bimeşin û li ser vî esasî me xwe nezî xeta partiyê kir. Ser wan esasan cur bi cur çalakî hatin lidarxistin. Dewleta Tirk jî bi hevkariya NATO û dewletên derdor dixwest tevgerê bi tevahî ji hole rake û îmha bike. Lê ji ber ku xeta ku Serokatî dida meşandin xeta şehîdan bû, me ruh û hêza berxwedanê ji wê xetê digirt û dimeşiyan. Em li ser vê xetê gav bi gav pêş diketin.”
‘DI ZAPÊ DE ŞKEST Û PİŞT RE BAKUR KIR HEDEF’
Rojhilat da zanîn ku di heman demê 2007’an de Şerê Zapê destpê kir û got; “Her kesî digot ‘PKK ber bi tunebûnê ve dîçe’ dewlet û aligirên wê propagandayek wisa yên şerê taybet meşandin. Dijmin bi vê progapandayê êrîş kir û li Zapê têk çû. Dijmin bi vê propagandaye dixwest têkçûna xwe ya Zapê veşêrê. Ji aliyekî din jî dixwest moral û motîvasyona hezên me yên Bakur xera bike û bi operasyonên zivistanê darbeyê li wan hêzên me bixe. Li gor wê yeke jî dijmin tevgeriya û operasyonên zivistanê da destpekirin. Ev operasyonên dan destpêkirin jî encam negirt û dijmin demekê bêdeng ma. Amadekariya xwe ya şer kir. Gelek rebazên xwe yen şer guhert û bi hezên hejmarên wan biçûk xwest şerê gerîlla li dijî me bimeşîne. Lê ev yekîneyên wan jî bi ser neketin.”
‘DI DESTPÊKÊ DE DIXWESTIN LI AMEDÊ ŞIKESTINEKÊ ÇÊBIKIN’
Gerîlayê Kurd Berxwedan Rojhilat diyar kir ku dewleta Tirk di destpêkê de xwestiye li Amedê şikestinekê çêbike û wiha direjî da axaftina xwe; “Dijmin xwest li Amedê şikestinekê çêbike û li gor vê yekê jî operasyonên xwe yên li dijî gel û gerîla li Amedê zêde kir. Di heman demê de Serokatiya me jî dixwest ev pirsgirêk bi rêyeke aştiyane çareser bibe û li gorî vê yekê jî gavên agirbestê pêş dixist. Dijmîn bi şer û operasyonên îmhayê li dijî gel û gerîla bersiv dida van gavan. Bi nêzikatiya dijmin şer di 2011’an de zêde bû. Çalakiya 14’ê Tîrmeha 2011’an jî li ser wan esasan li dijî polîtîkayen îmha û înkarê yên dewletê pêk hat. Ev çalakî mafekî parastina rewa bû. Dijmin pêvajoya agirbestê şaş bi kar anî û ji bo me îmha bike wek firsendekê dît. Lê em jî wek berê nêz nebûn. Ji ber ku me ders ji dîrokê derxistibûn.”
‘DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE DIXWESTIN DERBÊ LI ME BIDIN’
Rojhilat, derbare çalakiyan de wiha dibejê; “Beriya ku çalakî despê bike hevalan du çawîşên pispor girtin. Dijmin jî li ser vê yekê bi çar hezar leşkerên xwe derket operasyonê. Dijmin ev operasyon bi fermî qabûl nedikir û digot, ‘Yekîneyên me ji bo perwerdehiyê derketine derdora paygehê’ lê rewş wisa nebû. Çi karê lêşkeran li ser çiyayan hebûn û ji bo çi ev qas ji paygehê dûr ketibûn? Leşker ketibûn nav herêma hevalan. Me jî di nav xwe de nîqaş kir û biryar girt ku mafê xwe yê rewa bi kar bînin. 14’ê Tîrmehê bû. Dijmin dixwest di wê rojê de darbeyekê li me bide û cuda bide bikaranîn. Ji bo me jî wateya 14’ê Tîrmehê cuda ye. Em jî li ser vî esasî nêz bûn. Demekê me leşker şopand û yekîneyên wan yên taybet û bi pere me kir hedef. Leşkerên ji rêzê me nekir hedef. Ger me bixwesta me dikarîbû hemû yekîneya dijmin ji holê rakin. Yekîneyek me tenê ket nav tevgerê. Yekîneyen me yen din rewşa xwe diparastin. Bi vê çalakiyê me dixwest em jî dijmin re bêjin, ‘Pevajoyekê destpê kiriye pêwîst e tu jî li gor vê pêvajoye tevbigerî. Ger tu vê pevajoyê wek firsendetekê bi kar bînî, hêza me heye ku em jî li dijî wê derkevin û mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.’”
‘JI BO TUNEKIRINA ME HATIBÛN’
Dema çalakiyê destpê kir, nîvro bû. Dijmin cuda bi kar anî û got, ‘Leşkerên me di rehawetê de bûn. Leşkerên me westiya bûn. Bi rojan e meşiya bûn’ lê di rastiye de wisa nebû. Dema hatin me dîtibû. Bi wesayîtan hatin derdorên hevalên me girtin. Di nav wan de pirranî yekîneyên kontra cihê xwe digirtin. Dema ev keşf dikirin me jî ew dişopandın. Bi fermî ji bo tunekirina me hatibûn. Em jî li ser vî esasî nêz bûn û me çalakiya xwe da destpêkirin. Di dema çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Lê me bi pirranî kesên kontra kir hedef. Ji ber ku herî zêde yên kontra zerar didan me. Hinek leşkerên normal hebûn me tiştek bi wan nedikir.”
‘LEŞKERÊN XWE ŞEWITANDIN’
Rojhilat da zanin ku dewleta Tirk wendahiyên xwe veşartiye û wiha axifî; “Dijmin digot 13 leşker hatine kuştin lê ev ne rast e. Dijmin rastiyan vedişerê. Bi taybetî hikûmeta AKP wisa nêz dibe. Nêzîkî 30 cenazeyên leşkeran di destên me de bû. Dewlet jî ji ber ku bi destê xwe cenazeyên leşkeran bi çekên giran şewitand hejmara cenazeyan kêm got. Dixwestin van kêmasiyên xwe bixin stûye me lê ev çekên şewatê yên wan bû. Di destên me de tune bûn. Yên me tenê kleş bûn û me bi vê leşker kuştibûn. Du hevalên me li navendê şer kirin hedef û êrîşî vir kirin. Di encama çalakiyê de hevalên me li vir şehîd ketin û fermandarên şer yên kontra jî li vir hatin kuştin. Dijmin xwest vê jî li dijî me bi kar bîne û bi rêya ragihandinê digot, ‘9 gerîlla hatine kuştin’ lê rastî ne wisa bû. Li vir tenê du hevalên me şehîd ketibûn. 7’ê din leşkerên bi pere yên kontra bûn. Kes li wan xwedî jî derneket. Berate çûn. Pêşengtiya çalakiyê Şehîd Canfeda û Şehîd Şoreş dikirin û çalakî bi jî bi ser xistin.”
‘PIŞTÎ ÇALAKIYÊ ÊRÎŞÎ GEL KIRIN’
Rojhilat anî ziman ku piştî çalakiyê dewleta Tirk zexta li ser gel zêde kiriye; “Piştî çalakiyê dijmin tengav bû û rasterast zextên xwe yên li ser gel zêde kir. Dixwestin çalakiyê bixin stûye gel. Ji bo cenazeyan kom bikin gel anîn cihê şer. Kesen ku çûbûn cihê şer nezî 40 cenaze dîtibûn. Welatiyek ji Yarbayê Tirkan re dibejê ‘Wê got 13 leşkerên me hatiye kuştin; lê belê li vir nêzî 40 cenaze hene' Yarbay jî dibejê ‘Tu kare xwe bike. Em dengê xwe nakin tu jî neke’ û leşkêren derdor nîşan dide û berdevamiya axaftina xwe de dibejê ‘Ger tu biaxifî dibe ku te jî bikujin.'”
‘KOŞANER JI BER BINKETINÊ DEST JI KAR BERDA’
Gerîlayê Kurd Berxwedan Rojhilat destjikarberdana Fermandarê Giştî yê Arteşa Tirk Işik Koşaner jî nirxand û got; “Piştî çalakiyê Fermandarê Giştî yê Arteşa Tirk Işik Koşaner dest ji karên xwe berda. Çapemeniya Tirk xwest vê weke ku Koşaner ji bo terfîkirinê û ji bo maeşê xwe dest ji kar berdaye nîşan bidin lê ez bawer nakim ku wisa be. Ji ber ku em ji dîrokê jî dibînin fermandarên ku nikaribin bi ser bikevin xwe ji kar dûr dixin. Koşaner jî di axaftinên xwe de digot ‘Ev şer wisa nabe’ yanî digot çi? ‘Tu ji aliyekî ve agirbestê didî ilankirin û ji aliyê din jî şer didî kirin. Paşê jî kêmasiyen xwe dikî stûyê min û ji min hesab dixwazî.’ Nêzîkatiya dewlete nepejirand û dest ji karê xwe berda. Ez vê wisa dinirxînim.”
‘EM JI BO HER REWŞÊ AMADE NE’
Rojhilat ani ziman ku her tim nêzîkatiya dewletê xeteriyen wisa yên pevajoye xera bike hene û got; “Di aliyê Rêbertiya me û partiyê de pirsgirêk dernakeve. Partiyê gavên pêwîst avêtiye û diavejê jî. Em jî wek gerîlla li ser wan esasan dimeşin. Lê baweriya mirov zû bi zû bi dewleta Tirk nayê. Çima? Ji ber ku heta niha tiştekî rast negotiye. Ger dewlet dîsa wê pêvajoyê bixwaze wek firsendekê bi kar bîne û êrîşî me bike, em ê jî mafê xwe yê rewa bi kar bînin. Ger dewlet şaş nêzîk bibe dibe ku çalakiyên hîn gurtir pêş bikevin. Ji bo me Serokatî çi danîbe em li gor vê dimeşin, partî çi danî be li gor vê dikin. Lê belê ger dewlet şaş nêzîk bibe em tu carî efû nakin. Em ji bo her tiştî jî amade ne.”