Çalakiya “Bîg Jump (Avêtina Mezin)” li çemê Dîcleyê pêk hat

Çalakiya “Bîg Jump (Avêtina Mezin)” li çemê Dîcleyê pêk hat

Li navçeya dîrokî Heskîfê li çemê Dîcle çalakiya bi navê “Bîg Jump (Avêtina Mezin)”  bi dirûşmaya “Ji bo Çemên Azad” pêk hat û di çalakiyê de hate xwestin ku Heskîf di bin avê de nemîne. Di çalakiyê de dîmenên rengîn derketin holê.

Bi pêşengiya Komeleya Xwezayê de ji bo çem azad biherikin çalakiya bi navê "Bîg Jump (Avêtina Mezin)" bi dirûşmaya “Ji bo Çemên Azad” hate lidarxistin. Ev çalakî ji sala 2005’an de hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de ev sala 3’yemîn e li Heskîfê jî ji aliyê hawîrdorparêzan ve pêk tê. Di çalakiyê de her sal roja Yekşemê ya hefteya duyemîn a meha Tîrmehê di heman saetê de li her devera cîhanê pêk tê. Di çalakiyê de endam û rêveberên Komeleya Xwezayê, Komela Dildarên Derdorê ya Qoserê, Komela Jiyana Ekolojîk a Jinê (Eko-Jin Der), Hewldana Jiyandina Heskîfê, Komeleya Dildarên Derdorê ya Êlihê, Komela Turîzmê ya Êlihê, komek hawîrdorparêzên ji bajarê Hesekê yê Rojava ku hatibûn û gelek kes amade bûn. Hawîrdorparêz û xwezaparazê li serê Pira Heskîfê gihiştin hev heta çemê Dîcle meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmayên “Bê Heskîf jiyan nabe”, “Bê xweza jiyan nabe” hatin berzkirin. Meş li ber çem bi dawî bû û pişt re xwezaparêz û hawîrdorparêz xeleka mirovan çêkirin û bi hev re bi navê “Avêtina Mezin” xwe avêtin avê. Piştî çalakiya avêtinê daxuyanî hatin dayîn.

Destpêkê Berpirsiyara Kampanyaya Komeleya Xwezayê Derya Engîn axivî. Engîn, diyar kir ku ji sala 2005’an û vir ve çalakiya bi nave “Avêtina Mezin” li her deverê cîhanê pêk tê û got ku her sal roja Yekşemê ya hefteya duyemîn a meha Tîrmehê de li her deverê cîhanê di saetek hemwext de tê lidarxistin. Engîn, anî ziman ku armanca çalakiya wan ew e ku çem û rûbar azad biherikin û wiha got: “Tenê ne li welatê me li her devera cîhanê 30-40 sal e li ser çeman êrîşek pirr ciddî heye. Hemû çem tên jehrkirin û nahêlin azad biherikin. Muduriyeta Karên Avên a Dewletê (DSÎ) li ser çem û deveran HES’an ava dike û nahêlin azad biherikin. Ger ev HES û bendav bên çêkirin wê çemên me azad û paqij neherikin. Jiyan tê wateya avê û çem jî damarên canên me ne. Em dixwazin çemên me azad biherikin.”

‘EM LI HEMBER QETLÎAMA ÇEM Û XWEZAYÊ NE’

Piştî Engîn, Serokê Komela Dildarên Derdorê ya Qoserê Menduh Çakar, jî destnîşan kir ku ew beşdarî çalakiyên wiha yên xwezayê dibin û wiha berdewam kir: “Em li hember qetlîama xwezaya xwe ne û em li hember neherikîna çemên azad diherikin. Ji bo Heskîf neyê tunekirin em di nav hewldanan de ne. Em dixwazin civak di vê mijarê de bi hestiyar be û em ê her tim di çalakiyên wiha de amade bin.”

‘HESKÎF DI CÎHANÊ DE YEKEM CIH E’

Li ser navê hawîrdorparêz û xwezaparêzan aktîvîstê Hewldana Jiyandina Heskîfê Veysî Ayhan jî daxuyanî xwend û wiha got: “Wek li her deverê cîhanê li Tirkiyeyê jî li ser çeman bendav tehdît in. Bi hinceta hilberîna enerjiyê li Anatolyayê hemû çem û newal teslîmî şirketan hatin kirin.” Ayhan, anî ziman ku dema bendava Ilisûyê bê çêkirin wê Dîcleya jor û paytexta dîrokê ya 10 hezar salî Heskîf di bin avê de bimîne û tune be. Ayhan, ev tişt got: “Ji ber sedemên çêkirina bendavê bi deh hezaran welatî bi awayekî zordarî wê ji ser welatê xwe bên dûrxistin. Heskîf û çemê Dîcleyê yek ji mîrasên cîhanê yê di lîsteya UNESCO’yê di cih digirin û tenê cihek wisa li cîhanê heye.”

Piştî axaftinan û daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.