Bûyerên windabûnê li Rojava berdewam dikin

Bûyerên windabûnê li Rojava berdewam dikin

Bûyerên windabûnê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Ciwanê bi navê Elî Şahîn Elî di 4’ê îlona sala 2012’an de bêyî ku ji kesekî re bêje ka dê biçe ku derê, ji malê derket û careke din agahî jê nehat girtin.

Elî Şahîn Elî, di 4'ê îlona 2012’an de ji mala xwe ya li gundê Eyn El-Etşan ê girdayî bajarê Tilebyedê derket û careke din venegeriya malê.

Etşan dema ji malê derdikeve ji tu kesî re nabêjeka dê biçe ku derê û ji wê demê ve agahî jê nayên girtin. Lêgerînên malbatê jî hemû bê encam mane. Malbata Etşan bang li her kesî kir ku derbarê zarokê wan tiştekî zanibin bi riya van numereyên telefonê agahiyê bidin wan. 05435297514 – 05435297491

Elî Şahîn Elî di sala 1995’an de li gundê Eyn El-Eros yê girêdayî bajarê Kobanê ji dayîk bûye.