Bulgarîstan li hember penaberan polîtîka tund kir

Bulgarîstan, li hember penaberên hewl didin di ser Tirkiyeyê re derbasî welatênYekîtiya Ewropayê bibin, polîtîkayên tund kir dewrê.

Bulgarîstan, li hember penaberên hewl didin di ser Tirkiyeyê re derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin, polîtîkyên tund kir dewrê. Bulgarîstanê li tevayî xeta sînor a bi Tirkiyeyê re û beşek xeta bi Yewnanîstanê re têlên elektrîk, kamerayên termal û çavdêriyê danî. Bulgarîstanê her wiha yekîneyên taybet ên artêşê jî ji bo ewlekariya sînor wezîfedar kir.

Bulgarîstan a bi zexta welatên YE ev tedbîr kirin meriyetê, li hember penaberan polîtîkayên tund pêk tîne.  Serlêdana penaberiyê ya kesên di sînorêTirkiyeyê re derbasî Bulgarîstan dibin tê redkirin û timî îdîayên îşkenceyê di rojevê de ne.

Adara buhrî Bulgarîstanê du penaberên Êzidî ku girt, piştî îşkenceyê avêtibû sînorê Tirkiyeyê û mirina her du penaberên birîndar a ji serma temaşe kiribû.

Li gor rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  kesên li sînorê Bulgarîstanê tên girtin, tên derbkiriin, pere û alavên bi qîmet ên li ser wan tên dizîn û li aliyê Tirkiyeyê tên berdan.