Bûldan: Qendîl ji hikûmetê dixwaze bingeheke qanûnî amade bike
Bûldan: Qendîl ji hikûmetê dixwaze bingeheke qanûnî amade bike
Bûldan: Qendîl ji hikûmetê dixwaze bingeheke qanûnî amade bike
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ku piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû serdana Qendîlê da xuyakirin ku rêveberiyên KCK'ê anîne ziman ku ew li dû danezana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza li Amedê de hatiye xwendin e. Bûldan got, "Di hevdîtinê de, ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên divê hikûmet biavêjin hatin destnîşankirin û ji hikûmetê xwestin ku ji bo Ocalan rola xwe ya meşandina muzakereyan bicih bîne, bingeha qanûnî ava bike."
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ku pêr bi parlamenter Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sirri Sureyya Onder re çû Qendîlê ragihand, ku hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re gelekî erênî derbas bûye.
Bûldan da xuyakirin ku rêveberên KCK'ê diyar kirine ku di mijara "pêvajoya çareserî û aştiyê" de ew li dû danezana Newrozê ya Ocalan in û pêvajoyê dewam dikin. Bûldan got, "Di hevdîtinê de, ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên divê hikûmet biavêje hat rojevê û hat destnîşankirin ku ji bo Ocalan karibe rola xwe ya meşandina muzakereyan bicih bîne, bingeha qanûnî bê avakirin. Beriya niha jî me notên hevdîtinê yên bi Birêz Ocalan re weke raporekê pêşkêşî wan kirin. Haya wan ji nêrîna Birêz Ocalan hebû. Em li ser gelek mijaran axivîn. Ji bo em ji Birêz Ocalan re ragihînin nameyeke nivîskî nedan me. Lê belê ji me xwestin ku em nêrînên wan bi awayekî devkî ragihînin. Bi awayekî giştî, hevdîtineke erênî pêk hat."
Bûldan da xuyakirin ku di serdanên wan ên beriya niha de Herêma Kurdistana Federal alîkarî dida wan, lê belê vê carê yekemcar astengî derketiye pêşiya wan û got, "Gava Birêz Mesûd Barzanî dê bihata Amedê û li Amedê bû, astengî derxistin pêşiya me. Bi Birêz Balûken re em bi balafirê çûn Silêmaniyê. Lê belê ji ber ku Birêz Sirri Sureyya Onder bi rêya bejahî hat, wesayîta beriya niha jê re hatibû veqetandin, vê carê nehat dayîn. Wesayîta ku Birêz Onder lê siwar bû, li her nuqteya kontrolê hat rawestandin û lêgerîn. Nehiştin bikeve Salona VÎP ya li Gumruka Îbrahîm Halîl a di bin kontrola rêverbiya Kurd de. Ji ber ku jê re wesayît nehat dayîn, ew neçar ma bi mînîbusa ji Cizîrê sînor derbas bike."