Brîtanyayê bang li tûrîstan kir ji bo neçin Tûnisê

Ji ber êrîşa terorîstî ya giran a meha Hezîranê, hişyariyên der barê Tûnisê de dewam dikin. Brîtanya ku di êrîşa li oteleke Sûsayê de 30 welatiyên xwe winda kir, bang li welatiyên xwe kir ku Tûnisê biterikînin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Brîtanya de pêşniyar li welatiyan hat kirin ku Tûnisê biterikînin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî gefa terorîstan tedbîrên li Tûnisê tên girtin têrê nakin û ji welatiyên Brîtanyayê hat xwestin ku 'ne girîng be' neçin vî welatî.

Di dewama daxuyaniyê de hat îdîakirin ku pêkane êrîşeke din a terorîstî li Tûnisê rû bide û hat gotin, "Tedbîrên tên girtin, têra parastina tûrîstên Brîtanyayî nakin."

Li Sûsa di êrîşa roja 26'ê Hezîranê ya li otelekê de 38 tûrîst hatibûn qetilkirin. Ji kesên di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, 30 jê welatiyên Brîtanyayê bûn. Komkujiya li Sûsa weke êrîşa herî bi xwîn a terorîstî ya dîroka Tûnisê tê zanîn.