Bismil û Erxenî di bin dorpêçiya polîsan de ne

Bismil û Erxenî di bin dorpêçiya polîsan de ne

Beriya serdana Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a ji bo Bismil û Erxeniyê, her du navçe di bin dorpêçiya polîsan de ne. Rêxistinên BDP'ê yên navçeyan dê ji bo balê bikşînin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş û pêvajoya siyasî ya dawî, daxuyaniyê bidin çapemeniyê û meşê lidar bixin. 

Serokwezîr Erdogan di çarçoveya gera xwe ya 2 rojan a Amedê de dê îro ji bo hin merasîmên vekirinan biçe navçeyê Bismil û Erxeniyê. Li navçeyan hin dikandaran derebeyên dikanên xwe venekirin. Li Amedê, ku ji duh bi şev û vir ve liv û tevgereke mezin a polîs û tîmên taybet heye, helîkopter di nava tevgerê de ne. Navçeyên Bismil û Erxeniyê jî, ku Erdoganê dê ji bo merasîmên vekirinê biçe, di bin dorpêçiya polîsan de ne.

Li Bismilê, hemû rêyên berê wan li avahiya Edliyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê ne, li trafîkê hatin girtin. Kêm mirov berê xwe didin qada mîtîngê.

Di vê navberê de pankartên rêxistina BDP'ê yên bi nivîsên "Em li edaletê digerin. Roboskî 690 roj!", "Pêvajoya aştiyê bi peyvê nameşe", "Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo her kesî mafê bingehîn e" û "Ji girtiyên nexweş re azadî, bila zîndan bên valakirin" li hin nuqteyên navçeyê hatibûn daliqandin, bi hinceta ji Qeymeqamiyê destûr nehatiye stendin, ji aliyê polîsan ve hatin daxistin û komkirin. 

Ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya rêxistina BDP'ê ya navçeya Bismilê jî, gelek kes li ber avahiya navçeyê kom dibin. Hat hînbûn ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, dê welatî bi awayekî sembolîk kefen li xwe bikin.

Navçeya Erxenî jî ku Serokwezîr Erdogan dê ji bo merasîma vekirinan biçe wê derê, di bin dorpêçiya polîsan de ye. Li vir jî Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û pêvajoya siyasî ya dawî, dê ber bi Salona Spor ya Girtî ya Erxeniyê, ku Erdogan wê ji bo merasîma vekirinan lê amade be, bimeşe.