Biryara girtina Nûçe TV, MMC û ROJ TV li Wanê hat şermezarkirin
Biryara girtina Nûçe TV, MMC û ROJ TV li Wanê hat şermezarkirin
Biryara girtina Nûçe TV, MMC û ROJ TV li Wanê hat şermezarkirin
Biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirina lîsansên weşanê yên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV, li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Daxuyaniya çapemeniyê li Parqa Feqiyê Teyran hat dayîn û li gel şaredar û rêveberên BDP', endamên HPG, HDK û Rêxistinên Civakî yên Sivîl gelek kes amade bûn.
Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Wanê Fîgen Yaşar daxuyanî da û destnîşan kir ku biryara Danîmarkayê li dijî çapemeniya Kurd hatiye dayîn, helwestek li dijî demokrasiya Ewropayê ye.
Yaşar diyar kir ku biryara Dadgeha Kopenhagê şopek qirêje li demokrasiya Ewropayê ye û bi betalkirina weşanên NÛÇE TV, ROJ TV û MMC hewl hatiye dayîn darbe li azadiya çapemeniyê ya gelê Kurd bê xistin.
Yaşar ragihand ku qenalên mijara gotinê, nûnerên çapemeniya azad ên li sirgunê ne û anî ziman, ku tê xwestin pêvajoya çareseriyê ya heyî ji aliyê Ewropayê ve were darbekirin.
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya pênc deqeyan hat kirin û bi çepikan biryara Dadgeha Kopenhagê hat şermezarkirin.