Biryara Danîmarkayê li Nurnbergê hat şermezarkirin
Biryara Danîmarkayê li Nurnbergê hat şermezarkirin
Biryara Danîmarkayê li Nurnbergê hat şermezarkirin
Biryara Danîmarkayê ya girtina Nûçe TV, Roj TV û MMC, li bajarê Elmanya Nurnbergê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Kurdên li ber Dêra Lorenz a naveda bajêr hatin cem hev, ji endamên AGÎF, Partîzan û Partiya Çep a Elman piştgirî dîtin.
Di mîtînga bi beşdariya 150 kesî de nûnerê Partiya Çep axivî û diyar kir ku biryara Danîmarkayê ya girtina televîzyonên Kurd nayê fêmkirin û diyar kir ku ev helwest ne li gorî demokrasiyê ye. Nûnerê Partiya Çep destnîşan kir ku dengê Kurdan wê neyê birrîn.
Di çalakiyê de Serokê Mala Gel a Medya Alî Selîm, belavoka şermezarkirinê ya ji aliyê YEK-KOM'ê ve hat amadekirin xwest û dûre axaftineke kurt kir. Salîm diyar kir ku gelê Kurd wê biryara Danîmarkayê ti carî qebûl neke û bi xwedîderketinê re televîzyonên xwe hîn bêtir xurt bike.
Nivîskar Metîn Ayçîçek ê li Nurnbergê dijî jî da xuyakirin ku ev biryar wê meşa gelê Kurd a li qada çapemeniyê ranewestîne û diyar ku hejmara televîzyonan a 3 ye, wê di dema pêş de derkeve 10'an.
Di vê navberê de, di mîtîngê de di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îmze hatin berhevkirin. Di encama xebata 10 ciwanan de nêzî 200 îmze hatin berhevkirin.