Birûsk li Stasyona Pompayê ket, av li ser Amedê qut bû
Birûsk li Stasyona Pompayê ket, av li ser Amedê qut bû
Birûsk li Stasyona Pompayê ket, av li ser Amedê qut bû
Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ da xuyakirin ku ji ber birûsk li xeta veguhastina enerjiyê ya li Stasyona Pompayê ketiye, ku ev der ava paqij diherikîne nava Amedê, karê wan sekiniye. Tê payîn ku qutbûna ava li gelemperiya bajêr 24 saetan dewam bike.
Şert û mercên neyînî yên hewayê ku duh destpê kir, bandor li xeta veguhastina enerjiyê ya li Stasyona Pompa ya ku avê diherikîne nava bajarê Amedê, kiriye. Du caran birûsk li xeta veguhastina enerjiyê ya li Stasyona Pompa ya li ser Bendava Dîcleyê, ket. Birûskê bandor li qebloyên li binê erdê û dîrekê elektrîkê kir. Ji ber qutbûna enerjiyê, av naçe Parzîngeha Ava Vexwarinê ya li Stasyona Pompayê. Ji ber vê yekê jî av ji bo vexwarinê nayê paqijkiri.
Rayedarên Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ diyar kirin ku ji bo pirsgirêk di demeke kurt de bê çareserkirin ew di nava hewldanan de ne û hişyarî dan ku li gelemperiya bajêr dibe ku 24 saetan ava vexwarinê tinebe.