Bîranîna Sengeserê

Bîranîna Sengeserê

Bi armanca bîranîna wêrankirin û hilweşandina bajarê Sengeserê yê beriya 24 salan, rêxistinên civakî yên sivîl bîranînek lidar xist. Di axaftinên li bîranînê de hat destnîşankirin, ku bi wêrankirina beriya 24 salan re hat xwestin, pêşî li Şoreşa Kurd a li Başûrê Kurdistanê bê girtin.

Bi vê boneyê komîteya amadekar a Navenda Ronakbîrî Sehend û Ferhengxaneyî  ya  Sengeser ve biranînek organîze kir. Di biraninê de mamosta Cewher ji bo kesên amade  li ser giringiya rojê axavî û diyar kir ku bûyerên Sengeserê bûyereke rojane nebu, bûyereke ku bi salan bandor li ser herêmê kiriye. Mamoste Cewher da xuyakirin, ku vê bûyerê hem di warê siyasî, civakî  aborî hem jî di warê psîkolojîk de bandor li jiyana bajêr kiriye.

Mamosata wiha axivtina xwe berdewan kir, “Heta niha bandoriya wê demê liser rewşa siyasî, civakî û aboriya  herêmê heye. Ji ber vê divê em di vê biraninê de giringiyê bidin ser wêrankariya rejîmê li ser deverê ku çiqas bandorî li ser kiriye. Da ku bikarî rewşa herêmê veguherîn û giringiyê bi rewşa derûniya kesan a rewanî ya bajar bidin, da ku ji kiryarên rejîmê xilas bibe. Ji ber vê jî erkê her aliyekê ye weke rêxistinên civakî û sivîl û partiyên desthiladar û derveyî desthilat hewil bidin û necar bikin ku bikeve hewildana ji bo vegera welatiyan li cih û warên xwe. Her weha Hukumeta Herêmê rê ji ciwan re veke ku bikarin li deverê hevjiniyê bike û ji bo wan mal ava bike û pêwiste ku Hukumet bacek teybet ji bo pêwistiyên malê yên herêmê veqetîne ji bo van deverên ku, rejîmê wêran kirine,da ku bikarin jiyanek asayî bidin berdewam kirin. Da ku jiyana madî û manewî ya deverê bikeve rewşek baş de.” 

Pişt re peyama her yek ji partî û rêxistinên wek Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Partiya Demokrata Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekitiya Niştima Kurdistan û çend rêxistin û partiyên dinve peyamên xwe pêşkêk kirin û di dawiyê de pêşengehek ji wêne û çend pêkerên dest çêkirin dawî bi bîranînê hat.

Sengeser di sala 1965’ande hat bombekirin û ruxandin. Di sala 1969, 1974 û 1975'an de bajar hat şewitandin û di sala 1989'an de xaniyên bajêr hatin şewitandin û niştecih neçar man koçî deverên din bikin.