Bingeha Parqa Mehmed Ûzûn hat danîn

Bingeha Parqa Mehmed Ûzûn hat danîn

Şaredariya Yenîşehîrê, ji bo danîna bingeha parqa bi navê nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn, merasîmek lidar xist.

Şaredariya Yenîşehîr a Amedê, bingeha Parqa Mehmed Ûzûn, li qada kêleka Otogar a Navçeyê danî. Di merasîma bingehdanînê de li gel Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ehmed Turk, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka Mehmed Ûzûn Zozan Ûzûn, rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û hejmareke zêde girseya gel amade bûn.

Parq wê li ser erdê 20 hezar metre kareyî bê çêkirin û tê de, komên lîstikê yên ji bo zarokan û zarokên astengdar, qadên basketbolê, maseyên pîknîkê yên bi sîwan, banqên rûniştinê, cihê destşuştunê yên astendaran, rêyên meşê, amûrên sporê yên fîtnessê, avahiya şantiye, cihê gel karibe lê xwe îfade bikin û peykerê pirtûkê yê ji bo bîranîna Mehmed Ûzûn bên avakirin.

HER TIŞT JI BO WE

Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir ku ew bi şiyara "Her tişt ji bo we" ketinê rê û destnîşankirin ku di çarçoveya bicihanîna projeyên xwe de, ew dixwazin şînkahiya li Amedê bi ser standartên cîhanê bixin.

Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk jî ji ber çêkirina parqeke bi vî rengî ji bo gelê Amedê, ji Şaredariya Yenîşehîrê re spas kir.  Li dû axaftinan, bingeha Parqa Mehmed Ûzûn hat danîn.