Bîlançoya Nepalê zêde dibe, gel bi hêrs e
5 roj li ser erdheja bi pileya 7,9 a Nepalê der bas bû. Li aliyekî ku xebatên rizgarkirinê didomin bîlanço her diçe zêdetir dibe. Gel bi hêrs e.

Li gor bîlançoya dawî ya ji aliyê Wezareta Karên Derve ve roja Sêsemê hat aşkerakirin, 5 hezar û 57 kesî jiyana xwe ji dest da, hejmara birîndaran gihişt 10 hezar kesî.
Serokwezîr Sushil Kirala, di daxuyaniya ku da Reuters de got ku mimkun e hejmara miriyan derkeve 10 hezarî. Li welatên cîran Hîndîstan û Çînê nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Ghodatabela yê li ser rêya tûrîstan ji ber aşûtê 250 kes winda bûn.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku, 8 mîlyon Nepalî ji erdheja 25’ê Nîsanê bandor bûne, pêwîstiya 1,4 mîlyon kesî bi xurekê heye.
Bi hezaran kesên ji erdhejê rizgar bûn sibeha Çarşemê xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin. Gel ji ber otobuseke ku mirov paytext KatmandU terk bike nayê peydakirin bi bertek e. Polîsên hêzên taybet li hember çalakvanan ketin nav tevgerê.
Hikûmetê kêmasiyên di rêveberina operasyonên rizgarkirinê de qebûl kir.