Bîlançoya êrîşên li Nîjerê: 230 mirî
Li dijî çeteyên Boko Haram ku gefê li Rojavayê Afrîkayê dixwe, gelek welat têdikoş in. Di pevçûna roja Şemiyê ya di navbera artêşa Nîjer û çeteyan de, bi dehan sivîl jî di nav de 230 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî çeteyên Boko Haram ku gefê li Rojavayê Afrîkayê dixwe, gelek welat têdikoş in. Di pevçûna roja Şemiyê ya di navbera artêşa Nîjer û çeteyan de, bi dehan sivîl jî di nav de 230 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Karên Hundir a Nîjerê, bîlançoya êrîşa Boko Haram a li nêzî Gola Çadê ya li dijî yekîtiya artêşê aşkera kir. Di êrîşa roja Şemiyê û pevçûnên pê re qewimî de 46 leşker û 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat ragihandin ku ji terorîstên Boko Haram ên êrîş kirin 156 hatin kuştin.
Artêşa Nîjerê di serî de li bakurrojhilatê Nîjeryayê di gelek operasyonên li dijî Boko Haram de cih digire. Artêşên Nîjerya û Çadê jî li hemberî Boko Haram operasyonên lidar dixin.