Bîlançoya êrîşa leşker-polîsan: 25 birîndar
Bîlançoya êrîşa leşker-polîsan: 25 birîndar
Bîlançoya êrîşa leşker-polîsan: 25 birîndar
Di êrîşên leşker û polîsan ên bi bombeyên gaz û guleyên plastîk ên li hemberî gelê ku li sînorê Pirsûs nobedê digire duh û îro 25 kes birîndar bûn.
Li hemberî girseya ji bo piştgiriya bi Kobanê re li ser xeta sînorê navçeya Pirsûs a Rihayê nobetê digirin, di encama êrîşa polîs û leşkeran de 25 kes birîndar bûn. Polîs û leşkeran duh bi rêzê êrîşê girseya li gundên li rojavayê Pirsûsê yên Etmanîk, Dewşen, Bedhê û Qopê berxwedana nobedê digirin kirin.
Îro di saetên zû yên sibê de êrîşê gel ê li gundê Boydê nobedê digire kirin. Di encama êrîşan de 25 kes ji ber bombeyên gazê û guleyên plastîk ên polîsan avêtin birîndar bûn. Jinekî bombeya gazê bi serê wê ket rakirin Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêgerînê ya Zanîngeha Harran a Rihayê, sê ciwanên bombeyên gazê bi stû, sing û destên wan ketin jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Birîndarên din piştî tedawiya li ser piyan ji nexweşxaneyê derketin.