Bi zora polîsan welatî avêtin derve

Bi zora polîsan welatî avêtin derve

Piştî erdhejên di 23’yê Cotmehê û 9’ê Mijdara 2011’an yên li Wan û navçeya wê Erdîşê pêk hat, gelek welatî malên wan hilweşiya bûn û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dabû.Welatiyên ku malên wan zirar dîtin nêzê 110 malbatên ku pirsgirêkên wan nehat çareserkirin ji aliyê polîsan ve ji konteynirên AFAD'ê hat avêtin.

Piştî erdhejên di 23’yê Cotmehê û 9’ê Mijdara 2011’an yên li Wan û navçeya wê Erdîşê pêk hat, gelek welatî malên wan hilweşiya bûn û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Welatiyên ku malên wan zirar dîtin, di konteynirên AFAD’ê de hatibûn bicihkirin. Lê dewleta tirk welatiyan bi zora polîsan ji konteyniran derdixe û wan davêje kuçeyan.

110 malbatên ku di Bajarê Alkanat a Konteyniran de, bi hatina zivistanê re beyî ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin wan davêjin derve. Malbatan nerazîbûnên xwe anîn ziman û aşkera kirin ku polîs di saetên serê sibehê de bi çekan di ser malên wan de digirn û ji wan re xeberan dibêjin û heqaretê li wan dikin. Welatiyan da zanîn ku piştî kedkarên çapemeniyê hatin cihê bûyerê, polîsan çekên xwe veşartin.

Welatiya bi navê Mecbura Gun diyar kir ku tu cihê ku ew biçinê tune ye û ev tişt got: “Zarokê meyî asteng jî heye, em ê bi ku ve biçin. Polîs di saetên sibê de bi ser malên me de digirin. Em dibêjin cihekî ku em biçinê tune ne, ew ji mera dibêjin, ‘heke hûn dernekevin em dê we bi lêdanê derxin derve.’ Bi van gotinan heqaretê li me dikin.”

Maşîneyên ku ji derve anîbûn, konteynirên li bajêr barkirin û birin dopoyên AFAD’ê.