Bi sedan Sêwêregî ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan Sêwêregî ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan Sêwêregî ji bo Rojava meşiyan
Li Sêwêregê bi sedan hemwelatî ji bo piştgiriya gelê Rojava meş li dar xistin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêweregê Îbrahîm Ayyildiz, diyar kir ku komên kurd ên marjînal alîkarî didin çeteyên bi maskeya îslamê dikin, ew dê Îslama çandî ya demokratîk a di Konferansa Îslam a Demokratîk de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin de hatine diyarkirin û yên çalakiyên dervê mirovahiyê pêk tînin ji hev cuda bikin, dê bi vê awayî xwedî li qeraqtera aştiyane, ûjdan, edalet û heq a Îslamê derkevin.
Li navçeya Sêweregê ya Rihayê bi sedan hemwelatiyên ku di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê li hev civiyan, bi armanca piştgiriya gelê Rojavayê, li Qada Kanlikuyu ya Parqa Lezgo yê meş li dar xist. Hemwelatiyên ku rêveberên BDP'ê jî di nava wan de, panqartên "Rojava ne bê xwedî ye, em berxwedana wan silav dikin" û "Komkûjiya Qobaniyê şermezar dikin" û posterên Seyîd Riza rakirin û diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Dê Kurdistan ji faşizmê re bibe goristan" avêtin. Meşa ku bi coş derbas bû, esnaf û hemwelatiyan jî eleqeyek mezin nîşan dan û bi çepikan piştgirî dan meşê. Piştî meşa ku li meydanê bi dawî bû, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Îbrahîm Ayyildiz, daxuyanî da. Ayyildiz, diyar kir ku şerê li Suriyeyê ku ketiye sala 3'emîn bê qûral û bê wijdanî didom e. Ayyildiz, da zanîn ku di Rojava ya kurd li wir dijîn, El-Nusra, wek e Dewleta Îslam a Iraq Şam komên girêdayên El-Kaîdeyê bi piştgiriya ji Tirkiyeyê digirin re êrîşê gel dikin. Ayyildiz, wiha got: "Gelê kurd li dora YPG'ê bûn çeper û van komên çeteyan ji herêma xwe derxistin. Ev hêzên ku xwe nikaribûn pêşberê berxwedana YPG'ê bigire û têk çûn êrîşên dijmirovahî û wek e tirsekan pêk tînin. Êrîşa hefteya bihorî li Kobaniyê li hemberê gelên sivîl pêk hat ji bo vê mînak e. Yên êrîşên zarok zêc, jin, ixtiyarên sivîl dikin ne mirov in. Komên bi maskeya Îslamê û hin xayînên kurd ên di nava wan de van êrîşan kirine. Ew Îslama Muaviye ku ya Hz. Huseyîn di Kerbelayê de qetil kirin e."
'ROJAVA, NEYINIKA KURD A DEWLETÊ YE'
Ayyildiz, bibîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vî siya li ser Îslamê rabike Konferansa Îslamê ya Demokratîk pêşniyar kir. Ayyildiz, got ku bi vê awayî dê Îslama çandî ya demokratîk û yên çalakiyên dijmirovahî dikin ji hev bên cuda kirin û dê bi vê awayî xwedî li qereqtêrên aştiyane, ûjdan, edalet û heq a Îslamê derkevin. Ayyildiz, anî ziman ku Tirkiye vekirî piştgiriyê dide çeteyên bi maskeya Îslamê yên li hemberê şoreşa Rojavayê derdikevin e. Ayyildiz, ev tişt gotin: "Dîsa tê zanîn ku hin kurdên marjînal piştgiriyê didin çeteyên bi maskeya Îslamê. Divê Tirkiye dijminatiya li hemberê şoreşa Rojava yê neke. Tirkiye ku di Balkanan de an jî di cihekî din a cîhanê de piştgiriyê dide hin civakên nêzî xwe lê li hember derketina avakirina rêveberiya cewher a kurdên Rojava, nêzîkahiya li kurdan datîne holê."
'EM DÊ KOMKÛJIYAN RONÎ BIKIN'
Ayyildiz, salvegera 76'emîn a di 15'ê mijdarê sala 1937'an de qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî bibîrxist û wiha got: "Cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî ne diyar e. Divê belgeyên di arşîvên dewletê de derxin holê, cihên gorên wan bên aşkere kirin ve radestî gel bên kirin. Bi vê wesîleyî em komkûjiya Dêrsimê lanet dikin. Em soz didin hemû gelên xwe ku em dê komkûjiyên ji Şêx Seîd, heta Seyîd Rizayan, Mereş, Sêwaz, Gazî, Roboskî, Sakîneyan û heta Kobaniyê pêk hatine ronî bikin."