Bi sedan kes ji bo gêrîlayê HPG'ê Erdem çûn Çiyayê Kato

Bi sedan kes ji bo gêrîlayê HPG'ê Erdem çûn Çiyayê Kato

Bi sedan kes ji bo cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Zekî Erdem ê ku par li Çiyayê Kato di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da werbigirin ber bi Çiyayê Kato ve derketin rê.

Bi sedan welatî ji bo cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Zekî Erdem (Cesur Ozan) ê ku par di pevçûna li Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da werbigirin derketin Çiyayê Kato. Piştî malbata gêrîla Erdem hînbûn ku, cenazeyê zarokên wan li Çiyayê Kato ye serî li Dozgerê Komarê yê Elkê da û xwest ku cenaze teslîmî wan bikin. Malbata gêrîla Erdem, rêveberên MEYADER'ê yên Wanê, BDP û bi sedan welatî ji bo cenazeyê gêrîla Erdem werbigirin ber bi Çiyayê Kato derketin rê.

Serê sibê bi dehan wesayît bi karwanekî qelebalix ber bi Çiyayê Kato ve derketin rê. Li navçeyê esnafan jî dikanên xwe girtin û li benda cenaze ne. Li navçeyê ajokaran jî wesayîtên xwe nedan xebitandin.