Bi sedan gêrîlayan li qadên medyayê Zîlan bibîr anî

Bi sedan gêrîlayan li qadên medyayê Zîlan bibîr anî

Li Herêmên Parastina Medyayê gêrîlayan biboneya 17’mîn salvegera şahadeta gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) merasimek ya bîranînê pêkanîn.

Li Herêmên Parastina Medyayê bisedan gêrîlayan bi merasimekê gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Tirmeha 1996’an de li dijî komploya hundir û derve ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd li Dêrsimê çalakiyekî fedaî pêkanî û di dîroka tekoşîna azadiya gelê Kurd de bû ‘sembola xeta fedaîtiyê’.

Berî niha ez çend caran beşdarî şahiyên gerila bûm û ez çûm serdana wan jî. Wexta min destpêkê pênûs girte destê xwe û li ser jiyana gerila nivîsand, heyecanekî mezin dilê min dorpêçdikir, min ji xwe dipirsî gelo ev hestên ez bi dîtina gerila û çiyan re dijîm, ezê çawa parvebikim. Bê gûman, her mirovek mîna hevdû nafikire û diyardeyan nagire dest, li gorî nêrîna we dibe ez hestiyar dinivisînim û gelek caran hestên xwe bi we re parvedikim, lê jiyana gerila rastiyeke mîna ku ew dibêjin “heyanî ev rastî neyê jiyankirin, mirov nikare nepeniyên jiyana me hîsbike.”

Ez jî piştgiriya vê nêrînê dikim. Çima? Her yekîneyeke gerila li cihekî radiweste, tu her carekê diçî serdana wan tu hinek gerilayên cûdatir dibînî, tu li çîroka hinek gerilayên dîtir guhdar dikî, ango nepeniyên jiyana gerila û çiyayên Kurdistanê bi dawî nabin û wê her ew heyecan dilê te dorpêç bike. Wexta min bi komeke gerila re berê xwe da cihê ku wê gerila lê Kinaci bibîrbînin, ji carekê ve min ew hest dîsa jiyankirin.

Heyanî em gihîştin cihê şahiyê di rêka me de kanî û çem hebûn. Di bedewbûna xwe de ketibûn nava pêşbirkê de. Herduyan jî xwe li derûdora deştê filitandibûn û ji me dipirsîn kîjan ji wan lawe? Mirov di vê mijarê de dudilî dima, her yek ji wan li gorî xwe taybetmendiyên xwe, dilê mirov tejî dikirin. Bi taybet ew kaniya ku me navber lêdayî, avekî gelekî cemidî bû. Gerila şaşalekî qutkirine danîne ser kaniyê. Kanî diherike û bi taybet ew kevirên di bin avê de dibiriqin û mirov her hezdike wê avê vexwê. Lê belê me nikarîbû em zêde bi wê avê re parvebikin, ji ber gerila wê destbi şahiyê kiribane.

Henase berî henaseyekê me xwe gihand cihê şahiyê. Me dît yekîneyên gerilayên jin û xort her yek ji milekî ve berê xwe dide ciyê merasîmê. Gerila bi rûkenî û bi coşeke ew qasî nazik û biwate diketin rêzê de, berî axavtinê di sîmeyên xwe de girîngbûyîna roja 30’ê Pûşperê bi mirov didan hîskirin. Endama Meclisa YJA STAR Berçem Cîlo li pêşiya merasîmê di kesayeta Kinaci de hemû gerilayên Kurd û mirovên di doza PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û piştre jî bi boneya vê rojê civînek lidarxist. Cîlo di civînê de bal kişand ser wateya çalakiya Kinaci, di heman demê de şert û mercên tevgera azadiya gelê Kurd di wê demê de jiyandikir, nirxand. Kinaci bi çalakiya xwe çawa bersiv daye dewletên navnetewî yên ku komplo li ser Rêberê Gelê Kurd Abudulah Ocalan kirine, bibîranî. Cîlo di nava gotinên xwe de da diyarkirin ku Kinaci bi çalakiya xwe nîşanda ku mîlîtanên PKK’ê li hemberî hemû êrîşan xwedî helwestin û wiha civîn bi dawî kir.

Gerila li gorî derfetên xwe amadekarî kiribûn. Helperkê, awaz, şano û sikêç amadekiribûn. Di şano û sikêçên xwe de peyamên bîrdozî didan mirov û di wateya çalakî û giyanê Kinaci yê fedayî de amadekirî kiribûn. Bi derketina her koma li ser dîkê re, li çepikan dixistin û bi kêfxweşiya xwe destek didan wan. Piştî şahiyê dest bi zemawendê kirin. Tişta balkêş ew bû ku çawa di bin wê roka dijwar de govend digirtin. Ev şahî di bin siya giyanê ciwanan de derbazbû û ne mumkine ku bedew derbaz nebe.