"Bi operasyonan re têkoşîna jinê hedef hatiye girtin"

"Bi operasyonan re têkoşîna jinê hedef hatiye girtin"

Rûniştina doza di bin navê KCK'ê de li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin û 111 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin berdewam kir. Di Rûniştina îro de li ser navê jinan Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê yaberê Çigdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku bi operasyonên li dijî KCK'ê têkoşîna jina kurd hedef hatiye girtin.

6'emîn kombûna 5'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê ku 111 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê berdewam kir. Piştî danê nîvero Parlamentera BDP'ê ya Stenbol3e Sebahat Tuncel beşdarî rûniştinê bû û doz şopand. Siyasetmedaran bi riya tercuman bi kurdî parastin kir. Di rûniştina îro de Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê ya berê Çigdem Kiliçgun Uçar, bi sernavê "Lêgerîna Heqîqet, Azadî û siyaseta Demokratîk û Aştiyane ya Meclisa Jinê ya Partiya Aştî û Demkorasiyê" li ser navê hemû jinan parastina hevpar kir. Kiliçgedîk, anî ziman ku di beşa vê parastinê de diyar kir ku lazime xweseriya jinê jî li ber çavan bê girtin û wiha got: "Di nava îddianameye de aliyê jinê yê xweser neyê dîtin jî ew di nava BDP'ê de xweser rêxistina xwe pêş dixin û têkoşînê dimeşînin. Daxwazên me yên taybet û xebatên me yên taybet hene. Di îdîanameyê de, gelê kurd û têkoşîna BDP'ê nayê dîtin. Di nava yekîtiya heqîqetê de rastî nayê dîtin û xwedî zeaf e. Dîsa di nava têkoşîna gelê kurd û BDP'ê de têkoşîna xweser a jinê jî nabîne. Ji ber vê yekê em di parastina xwe de daxwaza gelê kurd, mafê gelê bindest, daxwazên edalet, wekhevî aştî û demokrasiyê û daxwzên jinan yên xweser tînin ziman. 

Kiliçgun, destnîşan kir ku şexsê wan tenê nayê darizandin û di şexsê wan de daxwazên azadî û wekheviyê ne û wiha axivî: "Di vê îdîanameyê de em bêtehamuliya li hemberî têkoşîna gelê kurd û têkoşîna jina kurd a azadî, aştî û wekheviyê dibînin. Daxwazên pevpar ên jinan hene. Pirsgirêkên jinan ên hevpar, tundî, tacîz, tecawiz, kuştin û tunehesibandin e. Daxwazên jinan pevpar in. Li welatên din û beşên din di encama têkoşîna jinan de meclisên jinan hatine avakirin. Têkoşîna jinan tevgerek civakî ye. Operasonên di bin navê KCK'ê de pêk hatin, li dijî têkoşîna jina kurd a siyasî ye. Têkoşîn û rêxistina jinan hehef hatiye girtin. Ji ber ku parlamentera Kurd Leyla Zana, bi pozar polîsan ji meclisê hat derxistin. 20 sal şûnde şaredar û parlamenterên BDP'î hatin girtin û nûnerên gelê kurd hatin girtin. Di nava van girtinan tevan de bêtir nûnerên jin hatin girtin. Dema ku em li vê helwestê dinerin, bêtir bi feraseta serdestiya zilam li dijî jinê binpêkirin zêdetir e. Herî zêde jin para xwe ji van girtin û binçavkirinan digirin û jin dibin hedef." 

Di vê dozê de jinên tên darizandin, di her qade de ji aliyê pergala serdest ve tê wêdekirin û diwaze kesên bikişîne nava xwe jî wekî xwe bi teşe bike û keda wê bixwe. Dixwazin newekheviya jin û mêr pêş bixin. Ji ber ku jina kurd bi têkoşîna xwe ev hişmendî şikaniye dibe hedef. Meclisa Jinê ya BDP'ê li dijî vê feraseta serdestî, kedxwarî, metîngerîe û koletiyê xebat siyasetê dimeşîne. Di hemû qada çareseriyê de rêbaza demokratik, ekolojik, azadiya zayendî esas digire. Nakokiya serdemê ya herî mezin nakokiya zayendê ye. Jinan her tim li dijî vê nakokiya dîrokî ya zayendê têkoşînek xurd daye destpêkirin. Di îsyana Agirî de Gulizer Hanim, Yaşar Hanim, Di komkujiya Dêrsimê de Bese û Zarife, Li Parîsê Sara, Rojbin û Ronahi, her tim bûne sembol. Dîsa Leyla Qasim jî sembol e." 

Kiliçgun, anî ziman ku dîsa jin banga aştiyê dikin û naxwazin xwîn bê rijandin. Kiliçgedîk piştî parastina tevahî kir parastina xwe jî kir û diyar kir ku girtina wan li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û wiha got: Min 2 salan Hevserokatiya BDP'ê ya Stenbolê kir. Me li nêzî 20 navçeyan pergala hevserokatiyê pêk anî. Me gelek komîsyon ava kirin. Me Meclisa Şêwirmendiya BDP'ê û Konseya Bajar a Demokratik ava kir. Me dîsa xebatên jine avakirin. Kiliçgedîk xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoya aştiyê û xwest hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.

Serokê heyeta Dadgehê Ali Alçik pirsa "Kî sekreterê DOKH'ê yê Giştî ye? Kiliçgun, jî diyar kir ku sazîbûnek sivîl e. Ji gelek rêxistinên jinan pêk tê. Herî dawî Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn pêk anî. Rêxistinbûnek legal e. Di nava wê de tenê BDP tune. Nêzî 100 saziyên jinan hene." 


Piştî parastinan heyeta dadgehê rûniştin taloqî sibê kir.