Bi kefenan girtiyên nexweş anîn bîra Erdogan

Bi kefenan girtiyên nexweş anîn bîra Erdogan

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Bismilê, bi "kefenan" Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan protesto kir. Endamên BDP'ê bi "kefenan" bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

Di çalakiya li ber avahiya partiyê de Dayikên Aştiyê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, kefen li xwe kirin.

Hevserokê BDP'ê yê Navçeya Bismilê Tûfan Tûnç di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî yekalî dimeşe û destnîşan kir ku Erdogan ji bo pêşî li pêvajoya çareseriyê veke, di serdana xwe de ti daxuyanî nedaye.

Tûnç da xuyakirin ku şoreşa Rojava destketiya tevahiya gelê Kurd e û got, "Mezinkirina vê desketiyê, deynê me ye. Em bang li Birêz Barzanî dikin ku helwest û nêrînên xwe yên der barê PYD û Rojava de careke din di ber çavan re derbas bike û helwesteke neteweyî nîşan bide.

Ji bi dehan hunermendên me yên li surgunê re em vê sozê didin: Ne weke hunermendê dawetan, emê we li Amedê bi dueta bi mîlyonan pêşwazî bikin."

Piştî daxuyaniyê girseya gel bi çepikan belav bû.