Bi hezaran welatî wê ji Cizîrê ber bi Rojava ve bimeşin

Bi hezaran welatî wê ji Cizîrê ber bi Rojava ve bimeşin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember kantona Kobanê wê bi hezaran mirov ji Cizîrê ji bo meşa di sînorê Rojava ya ber bi Silopiyayê ve wê kom bibin.

 Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hezaran Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kantona Kobanê li ser rêya Silopiya Cizîrê kom dibin.

Girseya li derketina navçeyê kom dibe bi dirûşmayên, “Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe goristan”, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" û "Bijî Serok Apo" dibêjin.  Piştî welatî kom bûn, gelek wesayîtên zirxî û polîs sewqî herêmê hatin kirin.

Piştî girse kom bibe wê gelê Cizîrê li ser sînorê Rojava ber bi Silopiyayê ve bimeşe.