Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Bi hezaran şervanê YPG û gerîlayê HPG’ê oxir kirin

Bi hezaran şervanê YPG û gerîlayê HPG’ê oxir kirin

Gerîlayê HPG’ê Muslum Kaçim (Mervan Gezgor) ê di şer û pevçûnên li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li hember çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG’ê Lezgîn Ahmet Bekir ê li Kobanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da li Pirsûsê bi merasîmeke tevlîbûna bi hezaran hatin definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muslum Kaçim (Mervan Gezgor) yê 28 salî ku di operasyoneke li navçeya Daquq a bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan li hemberî çeteyên DAIŞ pêk anîn de jiyana xwe ji dest da ji Silopiyayê hat girtin, piştî kar û barên otopsî yên li Amedê şandin navçeya Pirsûs a Riha yê. Lezgîn Ahmet Bekir yê 22 salî yê ji Kobanê ku di pevçûneke li Kobanê de birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê li gel hemû hewldanan nehat rizgarkirin. Cenazeyê Bekir ê dema birîndar bû xwest li Pirsûs bê definkirin li Pirsûs defin kirin.

Cenazeyê Bekir ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûs ji aliyê bi hezaran kesî ve hat wergirtin û birin goristana Şaredariya Pirsûsê. Parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Aysel Tugluk û endamê Meclîsa Daîmî yê KCD’ê Seydî Firat tevlî merasîma cenaze bûn, pankarta “Roj îro ye, sibê dereng e” vekirin û dirûşmayên “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Ey şehîd rêya te rêya  me ye”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Kurdistan wê ji bo DAIŞ bibe goristan” gotin.

Heman girseyê ku vê carê cenazeyê Muslum Kaçîm ji nexweşxaneyê girtin  pêşî anîn avahiya navçeyê ya DBP’e, piştre ji bo definkirinê birin Goristana Gundê Kara. Bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” cenazeyê Kaçim hat definkirin. Parlamenterê Riha Îbrahîm Ayhan ku di merasîmê de axivî, wiha got: “Di şerê tê kirin de di kesayeta Kobanê de gelê Kurd tê qetilkirin. Rêheval û şehîdên me têkoşîneke dîrokekî ya mezin dinivîsînin. Em li gel wê berxwedanê ne. Kobanê ji bo me xeta sor e, Amed e.” Parlamenterê Riha Îbrahîm Bînîcî jî got: “Ev sînor ne li gor me ne û em van sînoran qebûl nakin. Ji bo Kobanê çi ji destê kê tê divê bike. Kobanê wê ji bo DAIŞ bibe goristan.”

Li gel vê cenazeyên Ridvan Îzîdîn, Rojîn Osman, Muhammed Şifrî û Abdullah Garîp ên di şer û pevçûnên li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar hat girtin û anîn Saziya Tiba Edlî ya Riha. Cenaze piştî kar û barên otopsiyê wê bişînin Kobanê û cenazeyê Muhammed Şifrî jê wê bişînin Reqayê.