Bi hezaran Kurd îro li Fîsê azadiya Ocalan xwestin
Bi hezaran Kurd îro li Fîsê azadiya Ocalan xwestin
Bi hezaran Kurd îro li Fîsê azadiya Ocalan xwestin
Bi boneya 27'ê Mijdarê 35'emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) serê sibê bi hezaran hemwelatî ji Amed, navçeyên wê û gundan ber bi Deşta Fîsê gundê ku civîna damezirandina PKK'ê lê hatibû li dar xistin ve herikîn.
Bi boneya 27'ê Mijdarê 35'emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di saetên serê sibê de bi hezaran hemwelatî ji Amed, navçeyên wê û gundan ber bi Deşta Fîsê gundê ku civîna damezirandina PKK'ê lê hatibû li dar xistin ve herikîn. Hemwelatiyên ku li hin bendên lêgerînê demek kurt be jî hatin rawesitandin bi dirûşman xwe gihandin gundê Fîsê. Hemwelatî bi posterên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane yên cangoriyan, damezirînerên PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatin pêşwazî kirin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" çûn serdana mala ku civîn lê hatibû kirin. Hemwelatî dayik û zarok di bin wêneyê Ocalan de ketin xaniyê 3 mezelî ku civîn lê hatibû kirin û li wir wêneyên "şehîdan" hembêz kirin. Hin dayikan yek bi yek wêne maçî kirin û hestên xwe bi peyvên wek "Bêhna Serok û pakrewana hê ji xanî tê. Kesên ku ev bêhn kişandin kezeba xwe êdî bila derkevin ji bo ku hemwelatî tev ji vê bêhnê nesîbê xwe bigirin" anîn ziman. Hemwelatî bi sebreke mezin li bendê man kû bikevin wê odeya ku dîrok lê hate nivîsandin. Dîsa hemwelatiya hem ode hem jî wêne bi telefonê xwe kişandin kamerayan.
Bi gelek pankartan hemwelatiya sekna xwe û nêrîna xwe ya li PKK'ê dan der. Pankartên wek "Ji bo azadiya Serok Apo emê şer bikin, ji bo jiyaneke azad û rizgariya demokratîk emê li berxwe bidin", "Em bi Bêrîtan çêbûn, bi Zîlan mezin bûn, bi Sakîneyan azad bûn", "PKK têr nabîne tim û tim afirîneriyê esas digire", "Bê PKK aştî bê Serok Apo jiyan nabe" hatin daleqandin. Dîsa wêneyên Seyfettîn Zuğurlu (General Samî), Alattin Zuğurlu (Semîr) ku civîna damezirandina PKK'ê li mala wan hatibû kirin, wêneyên Mazlum Dogan, Sakîne Cansiz, Medenî Yildirim, Adil Bilikî, Huseyîn Ozbey (Harun), Reşît Serdar, Agit, Zilan, Kemal Pir, Sema Yüce, Zekiye Alkan, Nilgun Yildirim, Ronahî, Rahşan Demîrel, Apê Huseyin, Hayri Durmuş, Fîkrî Baygeldi û gelek şehîdên din gundê Fîsê xemilandin.
Gundê Fîsê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e" û stranên şoreşgerî yên derbarê YPG, PKK û Ocalan de lerizî. Gelek wesayitên ku di rê de diçûn jî bi qorne û bi tiliyan sembola rizgariyê beşdarvanên pîrozbahiyê silav kirin. Dîsa helîkoptereke leşkerî jî bê navber li ser gundê Fîsê firiya.
Dayikên ku bi kinc û lîbasên xwe rengê Kurdewarî didane der, zarokê xwe jî bi kincên kesk û sor û zer xemilandibûn. Alên KCK, PKK û YPG'ê jî qada pîrozbahiyê renga reng dikir. Heya pîrozbahî dest pêkir hemwelatiyan hem bi stranên ku digotin hem jî li ber def û zirnê govend li darxistin.
Hemwelatiyên ku ji bo pîrozbahiyê hatin Fîsê berî bername dest pê bike bi wesayitan çûne gundê Sîsê Goristana "Şehîd Amed" ziyaret kirin. Ev goristana ku di 14'ê Tirmehê de hatibû vekirin û nêzî 200 gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di demên cudade jiyana xwe ji dest dane lêne. Ji hêla hemwelatiyan ve hat ziyaret kirin. Wesayit bi alên PKK’ê, KCK’ê û posterên Ocalan hatin xemilandin, dîsa li ser wesayitan fîşekên hewayî hatin teqandin. Li serê çiyayan jî bi tifingan hemwelatî hatin pêşwazî kirin.
Piştî hemwelatî hatin carek din vegeriyan gundê Fîsê li vir bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye û sirûda Ey reqîp bername dest pêkir.
Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê BDP'ê yê Lîceyê Harun Erkuş ve hate kirin. Erkuş di axaftina xwe de diyar kir ku, beriya PKK bê ava kirin gelê Kurd ji nasnameya xwe, ji çanda xwe dûr bûye û wiha got: "Ji beriya PKK'ê gelek serhildan çêbûbun lê hatibûn perçiqandin. Gelê Kurd di pêşengiya Serok Apo û şehîdan de gelê xwe û çanda xwe naskir. Ev roj pîroz be li gelê Kurd. Destpêkê de Rêber Apo û rêhevalên wî soz dabûn vî gelî. Gotibûn em ê gelê Kurd azad bikin û ev soz anîn cih jî. Îro li Rojava, li Bakûr, li Başûr, Rojhilat gelê Kurd nêzîktirê azadiyê ye. Gelê Kurd bi gelek êş û kederên giran re hate vê astê. Bi saya Serok Apo û rêhevalên wî, Em soz didin em ê vê axê azad bikin, li vê axa pîroz em vî sozî didin. Bi hêviya ku Rêber Apo li vê axa pîroz gel pêşwazî bike Cejna we pîroz be."
‘AMED KELEHA BERXWEDANÊ YE’
Piştî Harun Erkuş, Hevserokê BDP'a Amedê M. Emîn Yilmaz jî bi pîroz kirina cejna vejînê dest bi axaftina xwe kir. Yilmaz wiha got: "Li deşta Fîsê jiyaneke nû dest pê kir, ev jiyan bû agirek ku di Rojhilata Navîn de şewqa xwe da hemû gelan. Divê jiyanê de gelê Kurd her roj fireh û mezin bû û bedelê herî mezin da. Ji ber keda şehîdê me, sekna dayikên me divê em tu car wan ji bîr nekin. Kemal Pîr, Hakî Karer, Mazlûm Dogan me anîne vê astê divê em wan ji bîr nekin. Dema ku em Serok Apo azad bikin em dikarin bibêjin barê ketiye ser milê me me bi cih aniye. Ji bo Serokatiyek, Kurdistanek azad divê em tifaqa xwe xurtir bikin. Heya niha hesabên şaş tev ji Amedê vegeriya ye. Di 16'ê Mijdarê de dixwestin dîsa hesabekî li Amedê bibînin lê bersiva xwe girtin." Yilmaz diyar kir ku gelê Kurd bedelê herî mezin daye û wiha got: "35 sal e di vê meşê de 50 hezar şehîd daye. 5 milyon Kurd koçber buye, gundê wan hatiye şewitandin. Bi hezaran Kurd di îşkenceyan de mane hê jî di zindana de di bin îşkencê de ne. Amed ne cihê hesabê şaş e Amed kela berxwedanê ye kela kedê ye. Berxwedana Amedê 35 sale li holê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin Amed rûmeta gelê Kurde. Me li Amedê û Lîceyê dest pê kir emê li Amed û Lîceyê jî bi ser bikevin."
AN AZADÎ AN AZADÎ
Yilmaz qala Rojava jî kir û wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Hinek kes dibêjin şoreş pêk nehatiye. Em dibêjin gerek hûn fedî bikin. Di 19'ê Tirmeha 2011'an de şoreşa herî bi rûmet pêk tê li gor felsefeya Serok Apo. Rojava rûmeta gelê Kurde. Yê Kurda bi ser bixe tifaqa waye. Ji bo Amedê çawa Rojava rûmeta gel e. Başûr jî rûmeta gel e. Azadî wê bi tifaqê were. Ger em tifaqa xwe li Amedê xurt bikin em ê li temamê Kurdistanê bi serbikevin, Serok Apo jî azad bikin. Ji ber vê yekê em ê her dem bibêjin yekîtî tifaqî. Ji bo na Kurdistaneke azad Serokatiyeke azad serkeftin, an azadî an azadî."
Parlamentera Amedê Nursel Aydogan pişt re derket ser dikê û axivî. Aydogan wiha got: "Berî niha 35 salan Kurd tune bûn, nasnameya wan, zimanê wan dihate înkar kirin. Kurd bi bişavtineke mezin re rû bi rû man. Kurdên kole hebûn lê îro Kurdê ku li rûmeta xwe, ziman û nasnameya xwe xwedî derdikeve heye. Kurdê ku jiyaneke azad û demokratîk diafirînin hene. Bê guman ev ne hêsan bû. Li van çiyayên derdora me zarokên vî gelî canê xwe dan. Ez carek din temamê şehîdên azadiyê bibîr tînim û li hember wan bejna xwe ditewînim. Ger canê xwe ji bo Kurdê azad nedana em îro nikaribûn di nava van şert û mercan de bijîn. Serkeftina me bi saya van şehîdan bû. Heya jiyana me bi dawî bibe em wan ji bîr nakin. Ger em ji bîr bikin em ê ji mirovahiyê dûr bikevin."
‘PKK SERHİLDANA DAWÎ YE’
Aydogan diyar kir ku bi damezirandina komarê re înkar û asîmîlasyon dest pê kiriye û wiha axaftina xwe domand: "Şêx Saîd li hember makezagona 1924'an serhildana yekem da dest pê kirin. Pişt re jî 28 serhildan çêbûn. Li vî xaniyê ku 22 kes lê civiyan û serhildanek dan dest pê kirin jî serhildana 29'emîn bû. Dê ev serhildana dawîn be. Hê jî ji van serhildêra re dibêjin terorîst. Ger di ferhengan binêrin dê bibînin bê terorîzm çiye. PKK tevgera serhildanê ye. Serhildana tune hesibandina gelekî ye. Serhildan, berxwedan li gor mevzûata navnetewî mafeke. Kurda jî mafê berxwedanê bi kar anîne. Li Îmralî îro Turkiye bi Birêz Ocalan re li masê rûniştiye ji ber ku Birêz Ocalan mafê serhildanê bi kar anîye pêre rûniştine."
'GELÊ KURD AZADİYA BİRÊZ OCALAN DİXWAZE'
Aydogan di berdewama axaftina xwede wiha got: "Xwestekên gelê Kurd hene. Gelê Kurd dixwaze li vê xakê xwe bi xwe birêve bibe. Heya ev neyên pêkanîn dê ev têkoşîn berdewam bike. Gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Dixwaze zarokên wan werin tevlî jiyaneke demokratîk bibe. Divê AKP vê baş fêm bike. Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, gelê Kurd azad nebe ne mumkune ku Tirkiye azad bibe." Aydogan silav ji Rojava û YPG'ê re jî şand û got ku ew li gel wanin û wiha got: "Gelê kurd êdî yekîtiya xwe ava kiriye û bi vê hişmendiyê tevdigere. Têkoşîna Rojava têkoşîna parçeyê din e. Ez bawerdikim dê sala 36'an bibe sala azadiyê û serkeftinê. Em ê di sala 36'an de li Amedê li Qada Derê Çiyê bi gerîlayan re, bi Birêz Ocalan re stranên azadiyê bibêjin. Gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwazin."
Piştî Aydogan nivîsa Eyaleta Amedê ku ji bo pîrozbahiyê şandibû hat xwendin. Peyam bi dirûşm, tîlîlî û çepikan hat pêşwazî kirin.
Piştî axaftina Demhat Botan, Koma Sorxwîn, Koma Çiya, Firat Med, Xezal, Jiyara, Ronî Erez, Koma Hemdem derketin ser dikê û bi stranên şoreşgerî gel coşandin.