Bi hezaran kes tevlî şahiya Geverê bûn
Bi hezaran kes tevlî şahiya Geverê bûn
Bi hezaran kes tevlî şahiya Geverê bûn
BDP'a navçeya Geverê bi armanca çûyîna Girê Rehmo destpêkê şahî lidarxist. Bi hezaran welatî tevlî şahiyê bûn.
BDP'a Geverê wê îro ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi Girê Remo yê ku 35 kilometran ji Geverê dûre bi meşin. Geveriyan ji beriya ku ber bi Girê Rehmo ve bi meşin şevê din jî li taxa Yeşildere mizgefta Abdullah Yılmaz Şahiyek li darxistin û şahî bi tevlîbûna hezaran welatiyan hat rêxistin. Şahî bi tevlîbûna Serokê navçeya BDP'ê Nail Durmaz, Şardarê Geverê Ercan Bora, rêveberên, MEYA-DER, KURDÎ- DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, endamên YDG-H û bi hezaran welati tevlîbûn.
Li cihê Şahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala konfederalîzmê hatin daliqandin. Di şahiyê de rêveberê BDP'ê Mehmet Çapraz axaftinkirin û biryaran Danîmarkayê ya ku di derbarê weşana televîzyona Nûçe, Roj ve MMC yê şermezarkir û got: "Di pêvajoya çareseriya Demokratîk de hikûmetê ji bo çareseriyê gavan na vêje û kiryarên xwe di domîne. Nêzikatiyên hukmetê ji bo çareseriyê avakirina qerkolan, baraj û televizyonê kurdan girtine. Gelê Kurd van nêzikatiyan na pejirîne". Wê îro ji Parka Avaşîn seet 14.00 an de gel ber bi Girê Rehmo ve wê bi meşe.
Di dawiya axaftina de şahî heya direngiya şevê berdewam kir.