Bi hezaran kes ber bi Madimakê ve dimeşin
Bi hezaran kes ber bi Madimakê ve dimeşin
Bi hezaran kes ber bi Madimakê ve dimeşin
Di ser Qetlîama Sêwasê re 20 sal derbas bûn 33 kes an şewitîn an jî ji ber dûmanê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov ku qetlîam di 20’emîn salvegera wê de lanet kirin, ber destê sibê li ber Malacem Weqfa Haci Bektaş-i Velî kom bûn û ber bi cihê qetlîamê, Otela Madimakê ve meşiyan. Bi hezaran mirovên ku ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin ber bi Otela Madimekê dimeşin.
Di çalakiya ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) ve hatiye organîzekirin û di wan de partiyên siyasî, sendîka, komele û rêxistinên demokratîk jî hene 67 sazî û dezgeh piştgiriyê didin. Bi hezaran kesan gotin, “Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin”.
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk, Alîkara Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)’ê Yuksel Multlu û Parlementerê BDP’ê ê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Alîkara Seroka Giştî a Partiya Sosyalîsta a Bindestan (ESP) Fadîme Çelebî, Hevserokê Partiya Azadî û Piştevaniyê Alper Taş, Yeketiya Ciwanê Elewiyên Ewropayê, Navenda Elewiyên Îngilîstanê û Çemxaneyê, Kongreya Demokratîk a Gelan, BDP, ESP, gelek partiyên ji Tirkiye, Bakûrê Kurdistanê û Ewropayê, komele, rêxistinên demokratîk û nûner û endamên saziyan tevlîbûn û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û pankartên “Me ji bîr nekir, nadin ji bîr kirin.”
Xizmên kesên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan li pêşiya meşê cihê xwe girtin, di destê wan de wêneyên xizmên wan û qûrnefîl hene.
Di meşê de sloganên “Dê hesaba Sêwasê bê pirsîn”, “Dê ronahiya Sêwasê netemire”, “Yên Sêwas şewitandin AKP avakirin” avêtin û kesên di berxwedana Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dan jî ji bîr nekirin. Wêneyên kesên di Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û sloganên “Her der Taksîm her der berxwedan” qîriyan.