Bi hezaran Êlihiyan gotin "hukûmet gavê biavêje"

Bi hezaran Êlihiyan gotin "hukûmet gavê biavêje"

Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata di meşa "hukûmet gavê biavêje" ya li Êlihê de diyar kir ku bi betalkirina lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV û MMC re, dageriya Danîmarkayê mora xwe avêtiye binê biryareke şerm e û desnîşan kir ku, gelê Kurd wê vê ji bîr neke.

Rêxisina BDP'ê ya Êlihê bi şiyara "hukûmet gavê biavêje" meşek lidar xist. Bi hezaran kesên li Bexçeyê Çayê yê Şaredariyê li hev kom bûn ber bi Qada Cûmhûriyetê ve meşiyan. Li dû meşê, Hevseroka BDP'ê ya Êlihê Rahşan Çarboga li qada Cûmhûriyetê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê. Çarboga diyar kir ku ev qonax, ji wezîfeyên hukûmet û berpirsyariyên dewletê pêk tê û got, "Têkoşîna 40 salan a azadiyê ya gelê Kurd, ji bo destketina mafên rewa û mafdar, bingeheke erênî afirandiye. Daxwaza me ya bingehîn a ji hukûmetê tê xwestin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

'BILA ASTENGIYÊ LI PÊŞIYA ZIMANÊ DAYIKÊ BÊN RAKIRIN"

Çarboga di axaftina xwe de gavên ji dewletê dixwaze biavêje weha rêz kirin: "Di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî werin berdan. Çêkirina qereqol, bendav û HES'an bên rawestandin. Komkujiya ekolojî û xwezayî ya li Kurdistan û Tirkiyê werin bidawîkirin. Leşker, polîs, akrep, TOMA, panzêr ji nava gel derkevin û têkevin leşkergeh û qereqolan. Hemû astengiyên li pêşiya perwerde û bikaranîna zimanê dayikê werin rakirin. TMK û qanûnên antî demokratîk, pergala cerdevaniyê bên rakirin, benda hilbijartinê were daxistin. Li dijî dijwariya li hemberî jinê tedbîr stendin û kiryar bên cezakirin."

Piştî Çarboga, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û got, "Diviyabû em neçar nemabûna ku ji hukûmetê re bêjin gavê biavêje. Piştî şerê 30 salan, hukûmet dizane ka wê kîjan gavan biavêje. Eger înkara çand û zimanê Kurdan hebe, divê dest jê bê berdan. Eger gelê Kurd di her şert û mercî de dilsoziya xwe bi Rêberê xwe re tîne ziman û ev yek ji cîhanê re îlan kiriye, hingî divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Dewlet neçare rêyên siyaseta demokratîk vekirî bihêle. Gelê Kurd û hêzên demokratîk û şoreşger dixwazin, dest ji înkar û asîmîlasyonê were berdan. Divê hukûmet di vê çarçoveyê gavê biavêje."

Ata biryara dadgeriya Danîmarkayê ya li dijî NÛÇE TV, MMC û ROJ TV şermerzar kir û got, "Çawa ku 3 jinên Kurd ên li paytexta Fransa Parîse nehatine jibîrkirin, îro jî wê ROJ TV, NÛÇE TV û MMC neyên girtin û neyên jibîr kirin. Danîmarkayê mora xwe avêtiye binê biryareke şerm ê."

Piştî axaftinan, daxuyanî bi dawî bû.