Bi hezaran Efrîniyan şervana YPJ’ê Silav spartin axê
Bi hezaran Efrîniyan şervana YPJ’ê Silav spartin axê
Bi hezaran Efrîniyan şervana YPJ’ê Silav spartin axê
Li bajarê Efrînê bi hezaran kesî cenazeya şervana YPJ’ê Silav spartin axê.
Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê duh yekemîn şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Silav oxir kirin. Silav şervana Tabûra Roken ku di berxwedana li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê de li hember komên êrîşkar yên girêdayî Artêşa Azad jiyana xwe ji dest da.
Kerwanê cenazeya Silav ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê bi merasimekê û li gel tîlîliyên dayîkan û girseya şêniyên bajêr bi rêket.
Cenazeyê şervana YPJ’ê li ser milên hevalên xwe û bi siloganên li ser şehîdan û “Şehîd Silav namire” bê navber qîriyan û birêkirin.
Piştre kerwanê cenazeyê şervana YPJ’ê Silav ber xwe da goristana şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqli ya navçeya Cindirêsê bigirseyî û li gel slogana hate defin kirin.
Şervana Silav, navê rast Meryem Mihemed, di sala 1991 li gundê Elendara ya navçeya Reco ya Efrînê ji dayîk bûye. Navê bav Selah, navê dayîkê Emîne.
Hêjayî gotinê ye ku Silav yekemîn jina ciwan ya ku di nava Yekîneyên Parastina Jin de jiyana xwe ji dest dide ye.