Bi hezaran Dêrsimî ji bo berxwedana Gezî meşiyan

Bi hezaran Dêrsimî ji bo berxwedana Gezî meşiyan

Bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Taksîmê ya Dêrsimê, bi armanca destekdayina berxwedana Parqa Gezî û şermezarkirina dijwariya polêsan bi hezaran kes meşiyan.

Platforma Piştgiriya Taksîmê ya Dêrsimê, bi armanca destekdayina berxwedana Parqa Gezî û şermezarkirina dijwariya polêsan meşek organîze kir. 

Di meşê de li gel Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, partiyên siyasî yên li Dêrsimê, civata KESK'ê, komele û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, bi hezaran kes amade bûn. Girseya gel ji Kolana Hunerê heta ber avahiya AKP'ê ya Dêrsimê meşiya û ji vê derê derbasî Qada Azadiyê bû. 

Bi hezaran kesên li qadê hatin cem hev, ji bo têkoşerên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girtin û dûre li ser navê girseyê Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yên Dêrsimê û Serokê Şaxê SES ê Dêrsimê Gurbuz Solmaz daxuyaniyek da. Solmaz da xuyakirin, ku deshilatdariya AKP'ê bi "terora dewletê" bersiv daye berxwedana bi rûmet a gel.

'FAŞÎZMA AKP'Ê ZÊDEGAVÎ KIRIYE'

Dûre Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê Ergîn Dogrû mafê axaftinê wergirt û got, "Ev gel hişyar bû. Divê Erdogan zanibe ku ji vê rê veger nîne. Guh bide dengê vî gelî. Ya Erdoganê guh bide dengê vî gelî yan jî ewê li erdê rast bibe. Diyare ku Erdogan ji paşerojê ders negirtiye. Bawerim nedîtiye ku Kurd, kedkar, bindest û şoreşger çawa li ber xwe dane. Faşîzma AKP'ê êdî zêdegavî kiriye."