Bi hezaran Dêrikî ji bo piştevaniya bi YPG’ê re daketin kolanan

Bi hezaran Dêrikî ji bo piştevaniya bi YPG’ê re daketin kolanan

Li bajarê Dêrikê bi beşdariya hezaran ji welatiyên herêma Dêrikê ji bo piştgirîdayîna berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwepêşandanek li darxistin.

Li bajarê Dêrikê bi însiyatîfekê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û beşdariya nûnerên partiyan û tevgerên siyasiyên Kurd bi hezaran ji welatiyên herêma Dêrikê duh piştî nîvroj ji bo piştgiriya wan ji YPG’ê re, her wiha şermezarkirina êrîşên li dijî gelê Kurd û herêmên wan xwepêşandanek lidar xist.

Welatiyan di saet 17:00’an de ji Meydana Azadiyê dest bi xwepêşandana xwe kirin û li kolanên bajêr geriyan piştî di kolana Eyn Dîwarê re derbas bûn û li sûka navendî rawestîn li gel siloganên welatiyan û bê navber bi jiyana şehîdan diqîriyan. Her wiha siloganên li dijî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad qîrkirin û qada bajêr bi pankert û alên rengîn hate xemilandin.

Li vir piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Azadiyê Endama rêvebir ya PYD’ê Emîne Osî axivî û got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve Kurd tu carî dûrî şoreşê neketin, lê tu cudahî di navbera rejima Baas û komên çekdar tune ye ji ber ku herdu alî berpirsyarê koçberkirina milyonan welatiyan in.” Emîne bal kişand ser rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di parastina herêm û destkeftiyên gel de.

Her wiha gelek gotin ji aliyê “Tevgera Civaka Demokrat, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, Partiya wekheviya Demokratîka Kurd li Sûriyeyê, Saziya Malbatên Şehîdan û peyamek ji Partiya Asûriya Demokratîk” hatin xwendin. Li dawiyê hemûyan YPG’ê silav û spas kirin û berxwedana wan pîroz kirin.