Bi hezaran cotkarên Fransayê di çalakiya dagirkirin û blokajê de ne

Bi hezaran karkerên çandiniyê yên li Fransayê, ku dibêjin zêdebûna kirîna ji derveyî welêt bandorê li wan dike, sînor girtin û hewl dan pêşî li hatine berhemên ji derveyî welat bigirin.

Bi hezaran karkerên çandiniyê yên li Fransayê, ku dibêjin zêdebûna kirîna ji derveyî welêt bandorê li wan dike, sînor girtin û hewl dan pêşî li hatine berhemên ji derveyî welat bigirin.

Di çarçoveya çalakiyê de xebatkarên sektora sewalkarî û çandiniyê, pêşî li hatine gelek TIR'ên bi taybetî ji Elmanya, Luksembûrg û Îtalyayê girtin û li gelek nuqteyan bend danîn. Çalakgeran li gelek nuqteyan, TIR'ên sekinandin vegerandin û barê hin ji van, li derdorê belav kirin.

Bi qasî 350 xebatkarên çandiniyê yên li gundê Marcîac ê departmana Gersê çalakiya bendê lidarxistin, beriya festîvala jazz a li vê derê, avêtin ser restorantan. Hat ragihandin ku çalakgeran kontrolkirine bê li restorantan mal û berhemên çandinî yên biyanî tên bikaranîn an na. 

Yek ji sendîkaya kedkarên çandiniyê ya sereke FNSEA diyar kir ku li restorantên kontrol lê hatiye kirin afîşên bi nivîsa "goştê ji welêt" an jî "goştê ne diyar e ji ku hatiye" li camên wan hatine zeliqandin.

Li departmana Pyrenees Atlantîqûes a li ser sînorê Spanyayê ye, 200 mirovên heywanan xwedî dikin, avêtin ser gelek mezbaxane û şîrketên pakêtkirina goşt û kontrol kirin. Di kontrolên li vê derê de jêderka goştê li vir hat bidestxistin, balkişand.

Li gorî sendîkaya FNSEA, gelek heywanên xwedîkirinê, beriya xwedîkirina li Awûstûryayê derbasî Elmanyayê hatine kirin, ji wir jî birine Polonyayê û dûre şandine Fransayê.

Li gorî sendîkayeke xebatkarên çandiniyê yên ciwan temsîl dike, ji sedî 90 ê goştê li herêmê tê firotin, ji derveyî welat e.

Zêdeyî 20 hezar mirovên heywanan xwedî dikin û karê çandiniyê dimeşînin, li ber îflasê ne.