Bi hezaran Amûdî ji bo YPG'ê xwepêşandan pêkanîn

Bi hezaran Amûdî ji bo YPG'ê xwepêşandan pêkanîn

Li bajarê Amûdê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwepêşandanek ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê di bin navê “Berxwedana YPG’ê li Efrînê” bi rêxistin kir.

Bi hezaran ji welatiyên bajarê Amûdê di bin navê “Berxwedana YPG’ê li Efrînê” li pêşiya Sînema Amûdê ji bo xwepêşandanekê lidar bixin, kom bûn. Her wiha ji bo piştgiriya berxwedana YPG’ê li herêma Efrînê ku rastî êrîşên komên çekdar yên girêdayî Artêşa Azad dibe.

Xwepêşandan bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi sloganên piştgiriya YPG’ê û berxwedana gelê Kurd li herêma Efrînê di kolanên bajêr re meşiyan û li Meydana Şehîd Cihad Dêrik rawestî.

Li vir gelek axaftin hatin kirin û ji wan axaftina endama komîteya rêvebir a PYD’ê Beşîra Derwîş û wiha got: “Em wek PYD’ê hevparê vê şoreşê ne û ev şoreşa me ye.”

Beşîra diyar kir ku, YPG’ê hêza Rojava ya rewa ye û hêzên din li ba xwe nahêlin û got: “Em li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalanin û em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Endamê Meclîsa navxweyî ya bajarê Amûdê Selman Cûan berxwedana YPG’ê pîroz kir û got: “Îradeya gelê me ti carî naşkê û em dê berxwedana xwe berdewam bikin, ji ber ku em îradeya tevahî gelekî ne û kesên dest bavêjin destkeftiyên gelê dê were şikandin ji ber ku destkeftiyên gel xeta sore.”

Bi navê rêxistina kar û barên xwendekaran Alan Kurdî diyar kir ku, YPG hêza rewa ji bo parastina gelê Rojavayê Kurdistanê ye û rewatiya xwe ji gelê xwe wergirtiye.

Di xwepêşandanê de endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Konfedresyona Xwendekarên Welatparêzên Kurd, Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran û gelek saziyên din beşdar bûn. Di xwepêşandan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên rengîn hildan.