Bi hezaran Amedî li dijî bişavtina ciwanan dimeşin

Bi hezaran Amedî li dijî bişavtina ciwanan dimeşin

Meşa "bese ji pêkanînên mêtînger re" ya bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ve hat organîzekirin, li gel astengiya polîsan jî bi birydarî pêk hat.

Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr li hev kom bûn û xwestin bi şiyara "bese ji pêkanînên mêtîngeriyê re" li dij narkotîk, fûhûş, ajankirin bimeşin, lê li astengiya polîsan rast hatin. di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger (YDG-H), wêneyên gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) û Şahîn Oner ê ji ber maşîna zirxî ya polêsan lê ket jiyana xwe ji dest da, hatin vekirin. 
Bi hezaran kes li ber avahiya bajêr rawestiyan û flamayên kesk sor û zer ên bi metreyan dirêj ahtin vekirin. Li ser biryardariya girseya gel, polîsên Tirk neçar man bendan rakin û pêşî li gel vekin. Meş ber bi Parqa Koşûyolû dewam dike.