Bi deh hezaran Qamişloyiyan 3 cenaze oxir kirin
Bi deh hezaran Qamişloyiyan 3 cenaze oxir kirin
Bi deh hezaran Qamişloyiyan 3 cenaze oxir kirin
Cenazeyên endamê Asayîşê Îbrahîm Elî Derweş û welatiyên sivîl ên bi navê Hebîb Şex Elî û Îmad Seyîd Omer ku di teqîna duh a li taxa Qanadsiwês a Qamişlo pêk hatibû de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên endamê Asayîşê Îbrahîm Elî Derweş û welatiyên sivîl ên bi navê Hebîb Şex Elî û Îmad Seyîd Omer ku şevêdin rakiribûn Mizgefta Taxa Enteriyê, îro ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin. Hersê cenaze li vir li wesayîtan hatin siwarkirin û birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Bi deh hezaran welatî li gel wesayîtên cenazeyan heta goristanê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” hatin qêrkirin.
Piştî ku cenaze gihîşt goristanê, merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Elî Reşo û li ser navê TEV- DEM Ebdulkerîm Sarûxan axivîn. Ebdukerîm Sarûxan di axaftina xwe de bal kişand ser rêveberiya herêmê ya demî û diyar kir ku ev êrîş li hemberî rêveberiya herêmê ya demî pêk hatine. Sarûxan anî ziman ku li pişt van êrîşan rêveberiya Başûrê Kurdistanê, Hukûmeta Tirkiyê hene.
Sarûxan destnîşankir ku delîlên şoreşa Rojava şehîdên wê ne û wê tu kes nikaribe vê rastiyê ji nedîtî ve bê.
Di merasîmê de li ser navê malbatên Derwêş, Şêx Elî û Omer jî axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan girseyê hersê cenaze bi dirûşme û tîlîliyan sipartin axê.