Bi biryara dozgeriyê çekên qereqola Hezanê hatin komkirin

Bi biryara dozgeriyê çekên qereqola Hezanê hatin komkirin

Hat zanîn ku, Dozgerê Komarê yê Amedê di derbarê bûyera Lîcê de biryar da ku, hemû çekên di qereqola Hezanê de kom bikin û lêkolinê li ser bikin.

Li navçeya Lîcê girêdayî Amedê li gundê Hezanê di çalakiya şermezarkirina avakirina qereqolan de leşkeran gule barandibûn ser gel, di encama gulebarandinê de Medenî Yildirim jiyan xwe ji destdabû û herî kêm 8 kes jî birîndarbûn. Dozgerê Komarê ya Amedê di derbarê bûyerê de lêpirsin da destpêkirin. Hat zanîn ku, di lêpirsînê de biryar hat girtin ku, çekên di qerekolê de hemû werin komkirin. Hat zanîn ku çekên ku hatine komkirin ji bo lêkolînkirinê şandine Amedê. Tê gotin ku, delîlên bûyerê ji ketine destê dozgeriya komarê û lêkolîn li ser tên kirin.