Beştaş: Bila dozger ji Karayilan bipirse
Beştaş: Bila dozger ji Karayilan bipirse
Beştaş: Bila dozger ji Karayilan bipirse
Prz. Meral Daniş Beştaş, di rûniştina "Qirkirina siyasi" ya 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin de li hemberî pirsa "we fermana daxuyaniya li dijî merasima Serokkomar ji Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan girt ya na" bersîva herin vê pirsê ji Karayilan bipirsin da. Dozger, dîsa çandiniya daran wekî delîla sûc nîşan da.
Rûniştina doza Sereke ya Amedê ku wekî "Qirkirina siyasî" tê bi navkirin û 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlamenterê BDP'e yê Wanê Kemal Aktaş ji di navde 20 siyasetmedar amade bûn. Li gel siyasetmedaran Parlamentera Ewropayê ya berê Feleknas Uca, parêzer û wergêr jî di salana rûniştinê de amade bûn.
Rûniştinê îro dîsa bi xwendina delîlên der barê Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş de berdewam kir. Dîsa der barê Aktaş de axaftinên telefonan wekî delîl hat nîşandan. Tevlêbûna Parlamenter û Endamê Komîsyonê Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê Aktaş a civînên bi şaredarên BDP'î re wekî sûc hat dîtin. Hat îdîakirin ku civînên hatine kirin li ser navê "Meclisa Tirkiyeyê ya KCK" pek hatiye. Hemû axaftinên rojane û henek ên ku Aktaş, di telefonê de kirien jî wekî suc hatin dîtin. Hemû karên partiya siyasî û ji bo rêveberiya herêmî û ekolojîk ên şaredariyê wekî xebatên Meclisa Tirkiyeyê ya KCK'ê hat bi navkirin.
Aktaş, jî parastin kir û diyar kir ku hemû kar û barê kiriye yên nava partiyê ye û hemû ji fermî û li gorî rêziknameya partiyê tev geriya ne. Di îdîanameye de axaftina di navbera Aktaş û Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahin de wekî "Ava hinaran" jî wekî delîla sûc hat dîtin.
Di gilînameyê de dozger pirsa "Şaredarên DTP'î bi fermana Serokê Desteya Rêveber a Konseya KCK'ê Murat Karayilan tev li merasima Cejna Komarê nebûn? pirsî. Li ser vê pirsê Wekila Hevserokên BDP'ê û Prz. Meral Daniş Beştaş, jî bersiv da heyetê û got "Biçim vê pirsê ji Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan bipirsin" da.
Di gilînameyê de çandina daran jî wekî sûc hat dîtin. Dozger îdîa kir ku çandina daran bi fermana Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye. Dadger jî pirsa partiya we di ji bo Abdullah Ocalan Avakirina Daristanê a 60'emîn salî ferman ji KCK'ê girtiye ya na? pirsî. Aktaş jî diyar kir ku di nava axaftina wan de tiştekî wisa derbas nabe.
Rûniştina dozê dê piştî nîvro berdewam bike.