Besê Hozat: PKK partiyeke jinê ye

Besê Hozat: PKK partiyeke jinê ye

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku têkoşîna 35 salan a PKK'ê di heman demê de têkoşîna azadiya jinê ye û got, "PKK partiyeke jinê ye."

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de, 35. salvegera damezrandina PKK'ê ji aliyê azadiya jinê ve nirxand.

Hozat destnîşan kir ku PKK partiyeke jinê ye û got, "Dema em dibêjin partiyeke jinê ye, behsa partiyeke zayendekê nakin. Em behsa bingeha azadîparêz, wekhevîparêz û demokratîk a PKK'ê dikin. Ji ber ku jin bi vîna xwe ya cewherî bi awayekî azad di nava PKK'ê de cih girt û di têkoşîna azadiyê de bû hêza pêşeng, PKK her tim di xeta demokratîk, azadîparêz û sosyalîst de meşiyaye. Bi vê taybetmendiya xwe re PKK veguheriye partiyeke jinê."

Besê Hozat da xuyakirin ku Komkujiya Parîsê êrîşek li dijî vîna jina azad e û bibîr xist ku di sala 35. de li dijî newekheviya hêzê ya sîstema serdest, PKK derbasî sîstema hevserokatiyê bûye. Hozat got, "Sîstema hevserokatiyê yek ji serketinên herî mezin ên têkoşîna PKK'ê ye û nîşaneya nasnameya azadîparêz, wekhevîparêz, demokratîk û sosyalîst a PKK'ê ye."

Dema PKK tê gotin, yek ji mijarên herî girîng jin derdikeve pêş. Di azadiya jinê de PKK'ê roleke çawa lîst, Rêbertiya we dibêje "PKK partiyeke jinê ye'. Hûn dikarin vê mijarê hinekî vekin?

Di fêhmberiya azadiyê ya Rêber Apo de azadiya jinê roleke gelekî girîng dileyze. Rêber Apo, azadiya jinê li ser bingeha azadî û wekheviya jin-mêr weke bihurandina zayendîperestiya civakî pênase dike. Îdeolojiya PKK'ê jî li ser vê fêmberiyê daye rûniştnandin û afirandiye. PKK partiyeke ku xeta îdeolojiya azadiya jinê ji xwe re esas digire ye. Hîmê îdeolojiya PKK'ê ji azadiya jinê pêk tê. PKK di wê baweriyê de ye ku civakek jina wê ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe. Ji ber vê yekê azadiya jinê dike hîmê bingehîn ê têkoşînê. Lewma têkoşîna 35 salan a PKK'ê di heman demê de têkoşîna azadiya jinê ye. Ji ber nêzîkatiya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, ji asta koma destpêkê û pê ve beşdariyeke xurt a jinan li nava refên PKK'ê çê bû. Bi demê re bi hezaran jin derketin serê çiyê, veguherîn artêşê, di nava xebatên îdeolojîk, siyasî û rêxistinî de di asta pêşengî û bi bandor de cih girtin. Di guherîn û veguherîna civakî de beşdariya vînî ya jinê diyarker e.

ARTÊŞBÛYÎNA JINÊ YA LI NAVA PKK'Ê, YEKTAYIYE

Li ti devera cîhanê ezmûneke mîna artêşbûyîna jinê ya li nava PKK'ê, nîne. Artêşbûyîna jinê xwedî wesfeke wekhevî û azadiyê ye. Ewçend wesfdar e ku hêza cewherî ya jinê, potansiyela wê derdixîne holê, wê vediguherîne vîneke rêxistinbûyî, hemû hevgeniyên ji bo mêrê serdest serûbin dike, hevsengiyê li gorî jina azad û mêrê azad ji nû ve sererast dike. Artêşbûyîna jinê, jin ji rewşa objeya zayendî, ji rewşa mal-milkbûyînê rizgar kir û weke kirdeya bingehîn a jiyanê nasnameya mirovahiyê ji nû ve da jinê. Rastiya artêşbûyîn û artêşbûyîna jinê ya li nava PKK'ê, di heman demê de sazîbûneke îdeolojîk û çandî ye. Bi artêşbûyîna jinê ya li nava PKK'ê re, di îdeolojiya azadiyê de kûrbûnek mezin, pêşketineke xurt a îdeolojîk, çand û zîhniyeteke nû ya azad derketiye holê. Li gelemperiya cîhanê hemû artêş xwedî karektera mêr e, bi nasnameya mêr e. Artêş yek ji saziyên herî xurt in ku lê serdestiya mêr, desthilatdarî, zayendperestî û milîtarîzm lê tê hilberîn. Malzaroyên îdeolojiya serdest a milîtarîst in.

DEMA EM DIBÊJIN PARTIYA JINÊ YE, NE PARTIYA ZAYENDEKÊ YE

Di nava PKK'ê re rastiya artêşê cuda ye. Yek ji cihêyiyek mezin artêşbûyîna jinê ye. Artêşbûyîna jinê, ji rastiya artêşê ya klasîk wêdetir, xwedî rastiyeke cuda ye. Rastiyeke artêşê ya azadîparêz, wekhevîparêz û demokratîk derxistiye holê. Bi xeta temsîl dike re PKK kiriye partiyeke jinê. Dema em dibêjin partiya jinê, em behsa partiya zayendekê nakin. Em behsa hîmê azadîparêz, wekhevîparêz û demokratîk ê PKK'ê dikin. Ji ber ku jin bi vîna xwe ya cewherî bi awayekî azad di nava PKK'ê de cih girt û di têkoşîna azadiyê de bû hêza pêşeng, PKK her tim di xeta demokratîk, azadîparêz û sosyalîst de meşiyaye. Bi vê taybetmendiya xwe re PKK veguheriye partiyeke jinê. Di nava PKK'ê de kengî jin azad bû, zîhniyetê serdest ê mêr li paş ma û di kesayetiya mêr de guhertinên cidî destpê kirin. Bi partîbûyîna jinê re têkoşîna azadiyê hîn bêtir bi pêş ve çû û di warê azadbûyîna civakî de pêşketinên gelekî mezin derxist holê.

BI KOMKUJIYA PARÎSÊ RE XWESTIN LI VÎNA JINA AZAD BIXIN

Yek ji damezrînerên PKK'ê û rêvebera tevgera we Sakîne Cansiz li gel du hevrêyên xwe, destpêka vê salê li Parîsê hat qetilkirin. Ji bo PKK û têkoşîna azadiyê ya jinê cihê Sakînce Cansiz çiye? Ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê hûnê di dema pêş de têkoşîneke bi çi rengî bimeşînin?

Hevala Sara dîroka me ya azadiya jinê ye. Mîna ku Rêberê me jî tîne ziman "Têkoşîna jina Azad têkoşîna Sakîne ye". Hevala Sara tevî ku yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê ye, di heman demê de kadroya pêşeng a damezrîner a tevgera azadiya jinê ye. Ji destpêka damezrandina PKK'ê û pê ve ji bo perwerde û rêxistinkirina jinê kedeke gelekî mezin daye û têkoşiyaye. Mejî, vîn, wêrekî û sekna azadiyê daye jinê û bi hezaran jin daye dû xwe û herikandiye refên azadiyê. Bi sekna xwe ya resen û asî ya li hemberî serdestiyê, wêrekî û bawerî daye hemû jinan, ji bo hemû jinên di têkoşîna azadiyê de cih digirin an cih nagirin bû çavkaniyeke mezin a hêz û îlhamê. Hevala Sara bi daneheviya xwe ya îdeolojîk, teorîk, siyasî û leşkerî, bi sekna xwe ya ji xwe bawer û zexim, bi wêrekiya xwe ya herkesî matmayî dihêle, bi rûpaqijiya xwe, kesayeta xwe ya asî û bi biryar, bi coşa xwe ya têkoşînê ya ti carî kêm nabe her tim zêde dibe û bi ezma xwe re bûye çavkaniyek mezin a hêz û îdeolojîk ji bo jinan. Di kesayetiya xwe de kesayetiya jina azad bi awayê herî bedew temsîl kiriye, di meşa azadiyê de ji bo jinê bûye rêbera herî mezin.

Di bidesxistina kesayet û nasnameyê ya tevgera azadiyê de, di rêxistnbûyîn û sîstembûyîna wê de hewldan, ked û têkoşîna hevala Sara xwedî cihekî nîqaş li ser nayê kirin e. Hevala Sara bi kesayeta xwe ya enternasyonal, dilnizm, xweşbîn û hembêzkar re bûye xwedî têkoşîneke serketî ku tevgera azadiya jinê gihand jinên cîhanê, ezmûnên jinan kir yek û têkoşîna jinê ya gerdûnî bi pêş xist. Bersiva vê ked û hewldana xwe ya bê sînro, di 9'ê Çileyê de bi komkirina tevgerên jinan ên cîhanê li dora xwe, wergirtiye.

Di 9'ê Çileyê de fîşekên li sê hevrêyên me yên bi rûmet ketine, li jina azad, têkoşîna azadiya jinê ketine. Bi vê komkujiyê re hewl hatiye dayîn derb li têkoşîna azadiya jinê were xistin, vîna jina azad bê şikandin. Bi çavtirsandina jinên Kurd re hewl hatiye dayîn tevgera azadiyê ya gel teslîm bê girtin. NATO bi Gladyoya kesk a faşîst a li Tirkiyê re ev komkujî kir. Armanca wan ew bû ku jin û gelê Kurd teslîm bigirin û di nava sîstemê de bihelînin. Armanc, dexistina şerê gelan bû. Eger hebe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingeheke biçûk, xwestin wê jî ji holê rakin. Komploya 1998'an bi komkujiya Parîsê re gihaşt aktîvîteyeke mezin. Diyare ku di nava vê komployê de li gel gladyoya Tirk DYE, Elmanya û Fransa hene. Li gel hebûna ewçend delîlan aşkeranekirina komployê nîşan dide ku Fransa hevkarê vî sûcî ye. Heman sûcî Elmanya jî parve dike. Dewleta Elman di nava vê komkujiyê de ye.

Divê Kurd vê komplo û komkujiya hovane ronî bikin. Ji bo vê jî pêwistî bi nerazîbûneke xurt a civakî, bi berxwedanê heye. Diyar bûye ku bêyî zexteke xurt a civakî Fransa dê komkujiyê ronî neke. Di vê mijarê de mûxalefet û berxwedana civakî gelekî girîng e. Ev komkujî ji aliyekî ve tê wateya komkujiya li dijî gelên Ewropayê. Bi vê fêmdariyê divê civaka Ewropayê jî nerazîbûneke xurt nîşan bide. Ji ber ku ev komkujî li dijî nirxên demokratîk ên gelên Ewropayê hatiye kirin.

Tevgerên jinan ên cîhanê jî, ji bo ronîkirina vê komployê û hesabpirsîna ji komplokeran diviyabû her roj li kolananbûna. Komkujiya Parîsê komkujiyeke hovane ya li dijî jinê ye. Mejiyê kud i sala 1857'an de li Emerîkayê jin şewitand û îro ev komkujî kir, heman mejî ye. Zîhniyetê ku Roza qetil kir, bi giyotînê serê Olmypeyan firand û zîhniyetê ev komkujî kir, heman zîhniyet e. Eger jin vê komkujiyê ronî nekin û hesabê jê nepirsin dê komkujî dewam bikin. Ji bo ronîkirina komkujiyê ya divê were kirin, bi bilindkirina berxwedanê ya jin û gelan re nîşandan nerazîbûneke xurt û zexta civakî ye.

XWESERIYA DEMOKRATÎK SÎSTEMEKE JINÊ YE

Weke KJB beriya demeke kurt we kongreyek lidar xistin. Vê kongreyê, di têkoşîna azadiya jinê de asteke çawa ya biryardariyê derxist holê?

Di Kongreya 6. a Azadiya Jinê de me rewşa jinê bi dorfirehî nîqaş kirin. Li gel nirxandineke xurt a pêvajoy siyasî, me analîza rewşa civakî kirin. Di pêşxistina siyaseta demokratîk û avakirina sîstema demokratîk de me rol û bandora jinê gotûbêj kirin. Tespîta ku me xwe gihandinê ev bû; Siyaseta demokratîk, siyaseta bi mejiyê jinê tê kirin e. Lewma siyaseta civakî ye. Yekser beşdariya civakê li siyasetê, rêveberiyê û xwe rêveberiya xwe ye. Vê rêbaza siyasetê jî ancax jin dikare pêk bîne. Ji ber ku xwezahiya jinê ne mîna ya mêr ferdî û desthilatdarparêz e. Hîn bêtir civakî ye, komunal û demokratîk e. Bêyî siyaseta demokratîk û pêkanîna avakirina demokratîk, azadbûyîna jin û civakê nabe. Divê siyaset teqez ji zîhniyet û feraseta serdestiay mêr were rizgarkirin. Weke tevgera jinê, di vî warî de li gel me biryardariyeke xurt derket holê.

Di kongreya xwe de me sîstema xweseriya demokratîk weke sîstema jinê bi nav kirin. Me gotin, sîstema desthilatdar a dewletê sîstema mêr a serdest e, lê sîstema xweseriya demokratîk sîstema jinê ya azad e, lewma sîstema civaka azad e. Me xebatên avakirina vê sîstemê danî pêşiya xwe û dest bi kar kirin. Me destnîşan kir ku heta sîstema xweseriya demokratîk ava nekin, dê hemû nirxên me yên tevgera jinê bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimîne û timî ne ewle bin. Ji xwe rastiya rewşê jî ev e. Di heman demê de qanûneke xwezayê ye, heta ku hûn sîstemê ava nekin hûn nikarin ti nirxê bidin jiyîn. Sîstema demokratîk, parastina cewherî ya nirxên azadiyê ye. Parastina herî xurt a civakê, sîstema civakî ya demokratîk a xwe ye. Nirxên cewherî yên jinê jî di nava vê sîstemê de watedar dibin. Ji xwe nirxên civakî yên jinê bi xwe ye. Tiştê ku em jê re dibêjin nirxên civakî nirxên komunal, demokratîk, wekhevîparêz û azadîparêz ên civakê ne.

Di azadbûyîna jinê de rola perwerdeyê sereke ye, nayê nîqaşkirin. Vînbûyîna jinê bi zanebûnê ve girêdayî ye. Jin zane nebe dê nikaribe bibe xwedî vîn, nebe xwedî vîn dê azad nebe. Zanebûn jî bi perwerdeyê ve girêdayî ye. Heta ku jin xwe zane neke, dê nikaribe xwe ji koledariyê rizgar bike. Di vê mijarê de me biryar dan ku akademiyên jinan bên avakirin û her mal veguhere qadeke perwerdeyê.

Di rewşeke ku jin bi sîstema serdest a mêr ve girêdayî ye û rastî talan û mêtîngeriyê tê de, jin di warê aboriyê de bi sîstemê ve girêdayîy e. Heta ku jin di warê aborî de bi mêr û sîstemê ve girêdayî bimîne, dê nikaribe azad bibe. Yek ji tespîtên bingehîn ên kongreya me ev bû. Ji bo serbixwebûna aboriyê ya jinê me gelekî li ser girîngiya komuna aborî û kooperatîfbûyînê nîqaş kirin. Di vî warî de me gelek biryar stendin.

Rêxistinbûyîn û eniya têkoşînê ya hevpar a jinan jî yek ji mijara li ser hat rawestîn û biryardarî derket holê bû. Eger ezmûnên jiyanê û têkoşînên jinan ên li herêmê û gelemperiya cîhanê li cihekî werin komkirin û bibin yek, dê ji bo têkoşîneke yekitî û piştevan sînerjiyeke mezin derxîne holê. Eger jinên cîhanê di eniya têkoşîna hevpar de karibin bigihêjin hev, dê bibe ruhê tevgera demokratîk a global, dînamîka bingehîn û çavkaniya îlhamê. Avakirina eniya têkoşîna hevpar a navbera jinan weke perspektîfeke bingehîn derket holê.

Ev hemû û gelek mijarên din bi berfirehî hatin nirxandin û biryar di der heq de hatin girtin. Di van nuqteyên bingehîn de eger pêngav werin avêtin, dê têkoşîna azadiya jinê gelekî bi pêş ve biçe.

SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ BÊHEVSENGIYA HÊZÊ JI HOLÊ RADIKE

Di 35. salvegera damezrandina PKK'ê de KCK derbasî modeleke nû ya rêveberiyê, derbasî sîstema hevserokatiyê bû. Hûn vê pêşketinê di warê asta jinê ya di nava PKK'ê de xwe gihandiyê de, çawa dinirxînin?

Sîstema hevserokatiyê yek ji serketinên herî mezin ên têkoşîna PKK'ê ye û nasnameya azadîparêz, wekhevîparêz, demokratîk û sosyalîst a PKK'ê nîşan dide. Nîşaneyeke berçav a pêkhatina îdeolojiya PKK'ê ye. Rastiya ku PKK partiyeke jinê ye jî di vê de xwe dide der. Sîstema hevserokatiyê pratîkbûyîn, jiyanbûyîna azadî û wekheviya jin û mêr e. Ev yek ne feraseteke klasîk a wekheviyê ye. Feraseteke xwe dispêre azadiya zayendan.

Têkoşîna azadiya jinê, di siyasetê, di jiyana civakî, di qadên parastinê, di mekanîzmayên rêveberiyê de jinên Kurd bi hêz kir, vîn û nasname da jinê. Di warê îdeolojîk, teorîk, siyasî û leşkerî de jin bi hêz kir. Rastiya jinê ya ji hebûn, hêz û vîna xwe bawer derxist holê. Têkoşîna azadiyê ya jinê pergala jiyanê ya bi kêrî mêrê desthilatdar dihat serûbin kir, neheqiya hêzê ya navbera jin û mêr, bê edaletî ji holê rakir. Lewma zîhniyet û nasnameya mêrê serdest xist nava krîz û buhranekê. Jin ji vê krîzê bi hêz derket. Nasnameya mêr a serdest li paş ma û mêr bi rastiya xwe re rû bi rû ma. Rastî û zîhniyeta mêr a serdest, zextdar ji holê rabû, nasnameyeke mêr a ji feraseta azadîparêz û demokratîk re vekirî, derket holê. Bi dîtina min yek ji şoreşên herî mezin ên PKK'ê ev e. Sîstema hevserokatiyê jî li ser vê bingehê derket holê. Temsîlkariya wekehev a xwe dispêre feraseta azadiyê, kota jî bêwate hişt. Kota ji xwe weke feraseteke rêeberiyê ya encama newekheviya nabera jin û mêr de derketibû holê. Ji ber ku pirsgirêkên cidî yên wekhevî û azadiyê hebûn, kota hebû. Ji ber vê yekê kota weke başiya nebaşiyê, di nava bêçareseriyê de rêbazeke çareseriyê bû. Herçend di bêhevsengiya hêzê ya heyî de wateyekê îfade dike jî, pêkanîneke paşdemayî ye. Lewma sîstema hevserokatiyê vê bêhevsengiya hêzê ji holê radike. Desthilatdarî û koledariyê hildiweşîne. Ev yek ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê pêşketin, serketineke bi heybet e.

   QANÛNBÛYÎNA HEVSEROKATIYÊ ENCAMEKE TÊKOŞÎNÊ YE

Sîstema hevserokatiyê ji aliyê siyaseta legal a Kurd ve li her qadê ji xwe di meriyetê de bû û herî dawî li Tirkiyê bû qanûn. Ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve hûn vê têkoşînê çawa dixwînin? Rêberê Gelê Kurd pêşniyar kir ku tevî Serokatiya Şaredariyan di hemû sazî û rêxistinbûyînan de ev sîstem bicih were anîn. Ev rewş dê di demokratîkbûyîna civak û siyasetê de bandoreke bi çi rengî bike?

Qanûnbûyîna sîstema hevserokatiyê serketina têkoşîna azadiya jinê ye. Eger têkoşîna jinê nebûya ti carî ev encam dernediket holê. Bêguman divê keda bê sînor a Rêberê me ya di vî warî de bê dîtin û teqdîrkirin. Sîstema hevserokatiyê projeyeke Rêberê me afirandiye. Demeke dirêje BDP vê yekê di pratîkê de bicih tîne. Ya ku hikûmet dike, di warê fermîbûnê de qebûlkirina rewşeke heyî ye. Qebûlkirin jî di encama têkoşîna mezin û hewldanên Rêbertiya me de pêk hat. Dewlet ji ber xwe ve maf nade kesî. Tişta ku dewlet timî dike, talankirina maf e. Bêyî têkoşînê ti tişt ji dewletê nayê stendin. Ya rast, ev şêweya îfadekirinê jî bi pirsgirêk e. Di şûna wergirtina maf de, tu maf û azadiya xwe bi têkoşînê bi xwe diafirîne.

Sîstema hevserokatiyê dê di demokratîkbûyîna siyasetê de roleke mezin bileyze. Siyaseta heyî siyaseta bi serdestiya mêr e. Dewletperest û desthilatdarperest e. Ti pêwendiya vê siyasetê bi civakê, bi nrixên civakê re nîne. Talankar e, antî demokratîk e, zextdar e. Ji ber vê yekê, ti pirsgirêkên civakê çareser nekiriye, bersiv nedaye ti pêwendiyên civakê, di ser de nexweşiyên civakî derdixîne holê û civakê jehrî dike. Di giranbûna pirsgirêkên civakê de rola siyaseta ne demokratîk diyarker e. Siyaseta demokratîk, ew siyaset e ku pirsgirêkên civakê bi civakê re dide çareserkirin. Feraseteke siyasetê ye ku pirsgirêk û pêdiviyên civakê bi civakê re nîqaş dike, bi civakê re çareseriyê hildiberîne, civakê yekser beşdarî navgînên rêveberiyê dike û rê li ber avabûna çanda siyaseta demokratîk vedike. Bi gotineke din siyaseta civakê ye. Siyaseta ji aliyê civakê ve tê kirin e. Sîstema hevserokatiyê rêbaza bicihanîna siyaseta demokratîk e. Civakîbûna çanda siyaseta demokratîk dê bi xwe re sîstema civaka demokratîk û azad bîne. Ji ber vê yekê, ne karekî qediyayî ye. Di gelek aliyan de hînê em li destpêka kar in. Têkoşîna azadiyê têkoşîneke dirêj e. Afirandina sîstema hevserokatiyê, vê têkoşînê naqedîne. Jin û mêr azad nabe. Azadiya civakî pêk nayê. Ev sîstem di têkoşîna azadiyê de qonaxeke pêş e lê ne nuqteya dawî ye. Rastiyeke civakî ya di bin dorpêçiya zîhniyeteke serdest a gelekî kevin heye. Bi temamî jiholêrakirina vê bi têkoşîneke berfireh û demdirêj dibe. Ev têkoşîn derfet û amûrên xurt ên têkoşînê dide me jinan. Em çiqasî karibin van amûran bi afirînerî bikar bînin, dê meşa me ya azadiyê jî ewçend serketî be.

SIBÊ

- Hûn daxuyaniyên dawî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der heqê pêvajoyê de çawa dinirxînin?

- Nêrînên li ser xebatên ji bo rêveberiya demî ya li Rojava, Kongreya Neteweyî

- Çareseriya pirsgirêka Kurd a li Îranê ku bi darvekirinan hat rojevê û der barê demokratîkbûyîna Îranê de KCK çi difikire?