Besê Hozat: Kurd ji bo çareseriyê dê destê xwe li ber AKP'ê veneke

Besê Hozat: Kurd ji bo çareseriyê dê destê xwe li ber AKP'ê veneke

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk çiqasî li ber xwe bide bila bide, cihê ku taliyê werê çareseriya demokratîk e; lê di rewşa heyî de gelekî dûrî vê nuqteyê ye. Hozat got, "Emê têkoşîna xwe bi berfirehî dewam bikin. Bêyî li benda dewletê bimînin emê sîstema xwe ya xweseriya demokratîk ava bikin. Eger AKP neyê çareseriyê, neyê muzakereyê dê Kurd ji bo çareseriyê destê xwe li ber dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê veneke."

Besê Hozat, di beşa 3. a hevpeyvîna xwe ya bi wesîleya 27'ê Mijdarê da ANF'ê de, der barê Rojava, Kongreya Neteweyî, polîtîkaya Îranê ya li hemberî Kurdan ku bi darvekirinan hat rojevê û qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê nirxandinên girîng kir.

Hozat got, "Sîstema li Rojava garantiya Sûriyeya demokatîk e" û hişyarî da dewleta Tirk a destekê dide çeteyan û got, "Sibê dusib El Nûsraya Tirkiyê derkeve holê, dê li dijî Tirkiyê şer bike."

Hozat anî ziman ku berpirsyarê rewşa xetimandî ya kombûna Kongreya Neteweyî ne ew in û got, "Ji aliyê me ve ti nêzîkatiyeke şaş çê nebûye."

Besê Hozat diyar kir ku li Îranê jî çareseriya pirsgirêka Kurd xwe ferz kiriye û xwest, nerazîbûnên li hemberî qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê dewam bikin.

Besê Hozat pirsên me yên der barê rewşa rojane de bi vî rengî bersivand:

Birêz Ocalan ji heyeta BDP-HDP re got, "pêvajo xilas bûye lê bi biryare ku bi awayekî yekalî bidomîne" Dê helwesta we çi be?

Tişta ku her kes ji çareseriyê fêm dike, cuda ye. Çareserî bêdengiya çekan nîne, ji bo bêdengbûna çekan bi tenê rewşek afirî. Ji xwe ev saleke me ev rewş afirandine. Lê AKP gava demokratîk neavêje. Hînê têkiliya afirînerê pêvajoya bêçalakiyê Rêber Apo ya bi civakê re nîne. Nikare dengê xwe bi derve bide bihîstin. Zêdeyî deh hezar girtiyên siyasî weke dîl tên ragirtin. Li pêşberî me feraseteke siyasî ya li ser dîlên siyasî bazariyê dike, heye. Her kes dipirse bêguman; gelo pirsgirêkeke dîrokî bi feraseta bazirgan û bazirganiyê çareser dibe? Gelekî zêdeyî 20 mîlyon gelo dibe ku zimanê xwe bi pere hîn bibe? Gel bi awayekî vekirî û zelal vê dibêje, ne heddê te ye ku di berdêla pere de ziman fêrî vî gelî bike? Mixabin em hînê bi dewlet û hikûmeteke ewçend neteweperest û mêtînger re rû bi rû ne. Û hînê ji zimanê AKP'ê dirûşmên yek ziman, yek milet, yek welat, yek al nayê xwarê. PKK ev sîh û pênc-çil sal in li dijî vê zîhniyeta dewletê têdikoşe. Hewl dide vê zîhniyetê biguherîne, polîtîkayên înkar û tinekirinê bişkîne.

‘PÊVAJOYA ŞEREKÎ GEL Ê RASTÎ’

Rêbertiya me hewl dide zîhniyetê dewlet û hikûmetê biguherîne û pê gav bide avêtin. Ji bo vê yekê sebreke mezin nîşan dide û têdikoşe. Baweriya wî ya ji bo çareseriya siyasî û demokratîk, wî ber bi helwesteke biryardar ve dibe. Ev rastiyeke ku, li cîhanê pirsgirêkên mîna ya Kurd herî dawî bi siyaseta demokratîk çareser bûne. Dewleta Tirk çiqasî li ber xwe bide bila bide nuqteya ku taliyê werê, çareseriya demokratîk e. Lê belê niha gelekî dûrî vê nuqteyê ye. Ji bo vê yekê emê jî têkoşîna xwe bi berfirehî bidomînin. Ji bo çareseriya demokratîk emê berxwedana civakî bilind bikin. Bêyî li benda dewletê bimînin, emê sîstema xwe ya xweseriya demokratîk ava bikin. Emê şoreşa gel a sîh û pênc salan veguherînin avakirina sîstema xweseriya demokratîk. Dewlet bi ser me de hat emê bi her awayî parastina rewa bikin. Pêvajoya ji niha û pê ve, pêvajoya şerê gek ê rastî ye. Di demên bihurî de şerê gel ê şoreşger li ser lingekî meşiya, bi şerê gerîla re sînorkirî ma. Ji niha û pê ve wê wiha nebe, nikare wiha bibe.

Alternatîf û amûrên azadkirina gelê me zêde bûne. Weke tevger di vê mijarê de zêde kêmasiyên me nîne. Konjonktura siyasî ya herêm tê re derbas dibe ji bo Kurdan gelek derfet afirandiye. Destketiyên siyasî û leşkerî yên Kurdan gelekî bi hêz in. Kurd li herêmê rastiyeke xurt a rêxistinbûyî îfade dikin. Kurd gihaştine wê hêzê ku sîstema xwe ava bikin û parastina xwe bikin. Rojava mînaka vê ya herî berçav e. Her wiha dost û hêzên tifaqê zêde bûne. Li herêmê hêzeke bingehîn a hevsengiyê ye. Hêz hene ku dixwazin bi Kurdan re tifaqa stratejîk deynin û ji bo vê yekê gelekî li ber xwe didin. Eger AKP neyê çareseriyê, neyê muzakereyê dê Kurd ji bo çareseriyê destê xwe li ber dewleta Tirk û hikûmta AKP'ê veneke. Kurd dê êdî nekeve xefika polîtîkayên dest vekirinê ya AKP'ê. Dê çareseriya xwe bi xwe ava bikin. AKP di wê baweriyê de ye ku bi xapandina Kurdan de wê hilbijartinan qezenç bike. Ji bo Kurdan dema xapandinê û darvekirina lîderên Kurdan ên rêzdar Şêx Seîd û Seyid Riza bi dawî bû. Van kesayetên dîrokî gelek dersên mezin dan Kurdan, bi tiştên hatin serê wan re nîşanî Kurdan dan ku divê saf nebin.

‘SÎSTEMA LI ROJAVA GARANTIYA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E’

Li Rojava bûyer û pêşketinên girîng diqewimin. Ji bo îlana Rêveberiya Demî Meclîsek hat avakirin. Di demokratîkbûyîna Sûriyê de ev pêşketin wê roleke çawa bileyze, dê bandoreke bi çi rengî li herêmê bike?

Yên ku hewl didin rêveberiya xweser a Kurdan a li Rojava weke tirs û xofê nîşan bidin, ew dijminê herî mezin ê Kurdan e. Di serî de Tirkiye û PDK hin hêz hewl didin îlana rêveberiya Kurdan a li Rojava weke parçebûna Sûriyeyê nîşan bidin û bi zanebûn hewl didin têgihîneke bi vî rengî biafirînin. Ev yek polîtîkayeke gelekî bi plan û zane tê meşandin e. Armanc; eciqandina Kurdên li Rojava, astengkirina jiyana azad e. Gelo ji vê mezintir dijminahiyek heye? Gelekî ku sed sal in di bin zext û zilmeke mezin de maye, yekemcar derfetên azadiyê bi dest xistiye, dixwaze xwe bi xwe rêve bibe. Çawa çê dibe ku tu vê yekê weke parçebûna Sûriyê bi nav dike, tu hewl didî ji Kurdan re dijminên nû biafirîne. Halbûkî li pêş çavan e, sîstema Kurdan ava kirine berevajî parçekirina Sûriyê sîstemeke Sûriyê demokratîk dike. Ev sîstem garantiya Sûriyeya demokratîk e. Li ku devera cîhanê hatiye dîtin ku sîstemên xweser welat parçe kirine? Sîstema xweseriya demokratîk, jiyana bi hev re ya azad û wekhev a hemû nasname û baweriyan di bin sîwana Sûriyeya demokratîk de îfade dike. Tiştê ku em ji sîstema Kurdên li Rojava dixwaze ava bike fêm dikin, ev e. Ev yek ne tiştekî nû ye. Kurd nêzî du sal in ji xwe sîstemên xwe yên rêveberiya cewherî ava kirine, bi Ereb, Elewî û beşên civakê yên Xiristiyan re di nava dostaniyê de dijîn. Li dijî çeteyên El Nûsra û DAIŞ ên ji Tirkiyê destekê digirin, bi hev re şerê parastinê dikin.

SIBÊ DUSIBE DÊ EL NÛSRA YA TIRKIYÊ DERKEVE HOLÊ!

Sîstemeke demokratîk a li Rojava ava bike, tevî demokratîkkirina Sûriyê dê dibe parçeyek ji Sûriyeya demokratîk. Sûriyeya demokratîk wê di demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn de roleke sereke bileyze. Sûriye niha mîna tûrnûsola herêmê ye. Rengê û şeklê werbigire, dê bibe reng û şeklê nû yê herêmê. Li Rojhilata Navîn hevsengiyên sedsala 21. dê li ser Sûriyê ava bibin û sîstema li Sûriyê bê rûniştandin wê şekil bide sîstema herêmê. Ji ber vê yekê rola Kurdan di vir de diyarker e. Divê şoreşa Rojava weke şoreşa rastîn a Sûriyê were fêmkirin. Pêwîste Rojava demokratîk weke Sûriye û Rojhilata Navîn a demokratîk were fêmkirin. Nêzîkatiyeke berevajî vê, dê şaş be û bi her kesî bide windakirin. Nêzîkatiyên şaş û çewt ên li şoreşa Rojava, dê bi tenê çeteyên El Nûsra û DAIŞ bi hêz bikin. Eger li Rojava berxwedana xurt a Kurdan nebûya, dê îro tevahiya Sûriye di destê van çeteyan de bûya. Ya rast Kurdan heta niha ne bi tenê xwe parastin, di heman demê de tevahiya Sûriye û herêm parastin. Çarenûsa herêmê û her kesî di destê Kurdan de ye. Lewma, gefxwarina li Rojava li aliyekî bimîne divê her kes hêz û piştgiriyê bide Rojava. Di serî de Tirkiye û hêzên pê re tevdigerin. Eger Tirkiyê vê polîtîkaya xwe bidomîne, sibê dusibe dê El Nûsra ya Tirkiyê derkeve, li dijî Tirkiyê şer bike.

‘LI ÎRANÊ QADA SIYASETÊ BI TEMAMÎ LI KURDAN HATIYE GIRTIN’

Di demên dawî de helwesta Îran jî balkêş e. Li Îranê darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd û zextên li girtîgehan di rojevê de ne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Îranê û demokratîkbûyîna Îranê nêrînên tevgera we çi ne?

Li Îranê jî pirsgirêka Kurd bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li wê derê jî Kurd ji her şêweyên mafan bêpar in. Ne bi zimanê xwe dikarin perwerdeyê bibînin û ne jî dikarin çanda xwe bi awayekî azad bijîn. Hemû mafên siyasî, civakî û çandî ji dest hatiye girtin. Nikarin partiyên siyasî ava bikin û beşdarî siyasetê bibin. Îranê qada siyasetê bi temamî li Kurdan girtiye. Ev zilemeke mezin e. Divê Îran dest ji van polîtîkayên xwe yên mêtîngeriyê berde, bi Kurdan re muzakereyê bike û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Polîtîkayên darvekirinê Kurdan terbiye nakin, berevajî hêrs û nerazîbûna Kurdan a li dijî rejîma Îslamî ya îranê li her derê zêdetir dike. Îran bi polîtîkayên darvekirinê re, berevajî bêdengkirin û şikandina vîna gelan, hîn bêtir dijminahiya gelan werdigire. Ev polîtîka tiştekî bi Îranê nade qezençkirin, bi tenê dide windakirin. Çareseriya rast, siyaseta demokratîk û muzakere ye.

Pêwîste Îran mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji Kurdan re nas bike. Ji xwe înkareke ewçend hişk jî li holê nîne, dikare vê daxwazê bi hêsanî bicih bîne. Biratî û dostaniya Kurd û Farsan a sedan salan heye. Bingeha çandî û civakî, rê dide vê. divê nasnameya Kurdan nas bike, qadên ji bo siyaset û xwerêvebirinê veke. Eger qedexeyên di vê mijarê de ji holê rake, dê ji Kurdan jî bersiva pêwîst bibîne. Li Îranê gelek nasnameyên cuda bi Kurdan re heman çarenûsê parve dikin, mîna li Tirkiyê. Yekane tişta Îranê bi hêz bike û biparêze demokrasî ye, siyaseta demokratîk e. Eger Îran mafê demokratîk bide Kurdan, gel û çandên din, dê bibe dewleta herî xurt a herêmê, dê hemû hesabên navneteweyî yên li dijî xwe pûç bike.

‘DI MIJARA KONGREYA NETEWEYÎ DE NÊZÎKATIYEKE BI TENÊ YA ŞAŞ LI ALIYÊ ME NEBÛ’

Di sala 2013'an de di mijara yekitiya neteweyî de xebatên girîng çê bûn. Lê belê Kongreya Neteweyî dike nake nikare bicive. Hûn dixwazin çi bêjin?

Weke civak, Kurd ji yekitiya neteweyî re amade ye. Di nava Kurdan de di asteke bilind de zanyarî û hesta neteweyî bi pêş ketiye. Dema xebatên kongreya neteweyî hat rojevê, vê yekê di nava Kurdan de rê li ber heyecan û bendewariyeke mezin vekir. Di vê nuqteyê de pirsgirêk nîne. Pirsgirêk di rêxistinên Kurd ên mîna PDK'ê de heye ku berjewendiyên Kurdan li ber çavan nagire, li ser Kurdan bazariyê dike. Ji ber ku rêxistinên bi vî rengî li gorî berjewendiyên teng ên partiya xwe tevdigerin, yekitiya neteweyî dikeve rewşeke zehmet de. Ji bo yekitiya neteweyî divê her kes di asta herî bilind de demokrastîk û gelparêz bin. Pêwîste siyaseta demokratîk esas bigire. Eger bi vî rengî be, dê xebata kongreya neteweyî bi erênî bimeşe. Di rewşeke berevajî de wê bixetime, asê bibe. Bi qasî ji daxuyaniyên komîteya amadekar tê fêmkirin, xebatên kongreyê di rewşeke xetimandî de ye.

Em girîngiyeke gelekî mezin didin yekitiya neteweyî ya Kurdan. Bi salane em ji bo vê kedê didin, têdikoşin. Bi taybetî ked û hewldanên gelekî mezin ên Rêberê me di vê mijarê de hene. Van hewldanên xwe hînê jî bi fedekariyeke mezin dewam dike. Lê belê mîna di her mijarê de, di vê mijarê de jî kar bi yekalî nameşe, bi yekalî encam jê nayê girtin. Divê hewldan bersivekê bibîne, mûxatabekî bibîne. Eger timî hewldanên sabotekirinê were nîşandan, bêguman wê encam jê neyê. Di vê mijarê de ji aliyê me ve nêzîkatiyeke bi tenê ya şaş nehatiye nîşandan. Ez vê yekê dikarim bi hêsanî û dilrehetî bêjim.      

Îro 27'ê Mijdarê ye. Der barê salvegera damezrandina PKK'ê de we di beşa yekemîn de bersiv dan pirsên me. Lê ev dem di heman demê de salvegera qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê ye. Hûn di vê der barê de dikarin çi bêjin? Der heqê qedexeyê de bangeke we li Kurdan heye?

Pêwîste Ewropa dest ji polîtîkaya xwe ya durû ya li dijî Kurdan berde. Ewropa PKK xist lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst û li ser vê bi salane siyasetê dike. Bi siyaseta li ser Kurdan re hewl dide di ser Tirkiyê re li Rojhilata Navîn ji xwe re cihekî peyda bike. Yê ku pirsgirêka Kurd jî afirand Ewropa ye. Lozan berhema Ewropayê ye. Eger nêzî sed sal in li hemberî Kurdan qirkirineke bêeman tê meşandin, di vê de rola Ewropayê gelekî zêde ye. Ewropa li pêşberî Kurdan sûcdar e. Komkujiya Parîsê jî li navenda Ewropayê li navenda Parîsê rû da. Ewropa bi rexnedayîneke cidî deyndarê Kurdan e. Bi derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' kêm be jî Ewropa dikare sûcê xwe sivik bike, xwe bi Kurdan bide efûkirin.

‘DIVÊ NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ QEDEXEKIRINA PKK'Ê DEWAM BIKIN’

Li Ewropayê xebatên ji bo rakirina qedexekirina PKK'ê, ku bi pêşengiya Kurdan û dostên wan tên meşandin gelekî watedar û giranbuha ne. Bi taybetî "Qedexekirina PKK'ê" ya li Elmanyayê ku ev 20 sal in dewam dike, divê êdî were rakirin. Ev biryar bi temamî neheq, biryareke li gorî berjewendiyên siyasî û aborî ye. Elmanyayê bi vê biryarê re hemû pîvanên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî binpê kiriye. Welatên Ewropayê yên mora xwe avêtine binê lîsteyê, heman sûc kirine. Bicihkirina navê rêxistineke ku têkoşîna azadiyê ya gelekî dimeşîne li 'lîsteya rêxistinên terorîst' durûtiya herî mezin a Ewropayê ye. Ev yek nîşan dide ku Ewropa çiqasî antî demokratîk e. Nîşan dide ku demokrasiya Ewropayê çiqasî demokrasiya xapandineke mezin e. Ewropa bi vê helwest û polîtîkaya xwe re mêtîngeriya Tirk erê dike û piştgiriyê dide qirkirina li dijî Kurdan.

Hewldanên ji bo rakirina vê qedexeyê, ku ji aliyê zanyar, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên rêzdar ên Elmanyayê, em teqdîr dikin. Divê ev hewldan li gelemperiya Ewropayê deng vede û dewam bike. Pêwîste rewşenbîrên Ewropayî, civaka Ewropayê li dijî vê pêkanîna neheq û derveyî hiqûqê, nerazîbûna xwe bi awayekî gelekî xurt nîşan bidin. Ev yek di heman demê de berpirsyariyeke exlaqî û wicdanî ye. Meşa 16'ê Mijdarê hişyarî û hestiyariyeke mezin afirand. Girînge ku li ser vê hestiyariyê, li gel civaka Ewropayê nerazîbûnên civakî bi zêdeyî dewam bikin. Eger zext û nerazîbûnên civakî zêde bibin, dê encam jê derkeve.