Beşdariya PÇDK’ê ya hilbijartinan tê astengkirin

Beşdariya PÇDK’ê ya hilbijartinan tê astengkirin

Desteya Bilind a Hilbijartin û Wezareta Karên hindir ya Herêma Kurdistanê ketina PÇDK’ê ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê ya ku wê di 21’ê Îlona sala 2013'an de pêk were asteng dike. Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb got: “Ev biryar, biryarek siyasî ye ne zagonî ye. Eger ji vê helwesta xwe venegerin emê serî li rêyên zagonî bidin.”

Li Herêma Başûrê Kurdistanê, li gorî biryara îro ya desteya hilbijartinê, wê di 21’ê Îlona sala 2013'an de hilbijartin pêk werin. Hemû aliyên siyasî serlêdanên xwe ji Desteya Bilind a Hilbijartinê re kirine û serlêdanên wana hatine pejirandin. Lê bi hinceta kû Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) nêzîkî PKK’ê ye li gel ku ji bo serlêdanan 3 roj mane, serlêdana PÇDK’ê hîn nehatiye pejirandin. Ev biryar ji aliyê PÇDK’ê ve ne wek biryarek zagonî, wek biryarek siyasî tê nirxandin û daxwaz dike kû Hikûmeta Herêmê û Desteya Bilind a Hilbijartinê berî demê serlêdanên beşdarbûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê bidawî bibe, serlêdana wana bipejirîne. 

Têkildarî mijarê Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb ji DÎHA'yê re axivî. Xerîb ev biryar weke biryarek siyasî nirxand û wiha got: “Çileya 2005’ê li Herêma Kurdistan û Iraqê û Kanûna heman salê li Iraqê hilbijartin pêkhatin. Herçendî kû bi awayek fermî destora ketina hilbijartinê ji me re ne hatibû dayîn jî lê em li ser navê Lîsta Hîwa beşdarî hilbijartinê bûn. Ev jî cezayek siyasiye û bi tû awayî nayê pejirandin. Li Iraqê di vê mijarê de heta niha tu pirsgirêkên zêde cidî derneketine. Lê mixabin em wek Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) hertim li rastî astengiyan hatine û bi riya ajansa we dixwazim li ser vê mijarê hinek bisekinim.”

'ME NÊZÎ PKK'Ê DIBÎNIN Û BERSIVÊ NADIN'

Di berdewama axaftina xwe de Xerîb destnîşan kir kû herçendî di herdû hilbijartinên 2005’ê de bi awayek fermî destûra ketina hilbijartinan ji wan re ne hatibe dayîn jî lê li ser navê ‘Lîsta Hîwa’ beşdarî hilbijartinê bûn û wiha got: “Me wek PÇDK hemû pêdawistiyên Desteya Bilind a Hilbijartinême yek yek bicihanîne û radestî Komisyona Hilbijartinê kirine. Bes heta niha bi awayek fermî Desteya Bilind a Hilbijartinêpêdawistiyên tên xwestin ji me wernegirtiye. Sedemê wê jî ewe ye kû 2009’ê ji bo Lîsta Hîwa biryar hatin standin kû beşdarî hilbijartinê nebe û Lîsta Hîwa ji aliyê PÇDK ve piştgirî dihat kirin. Bi hinceta Lîsta Hîwa yan PÇDK weke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xebatên xwe dide meşandin. Di wê demê de Serokê Desteya Bilind a HilbijartinêFereç Heyderî bû û nasnama wî ya siyasî jî Partiya Demokrata Kurdistan’ê (PDK) bû. Di wê pêvajoyê de me serlêdan kir kû ne kû alîkariya me bikin, riya me vekin kû em bikarîn beşdariya xwe ji hilbjijartînê re bidin çêkirin lê riya me girtin.” 

Xerîb wiha bilêv kir: “Ji ber kû 2005’ê Serokê Komîsyona Hilbijartina Ereb bû rê dan me û me karî dû caran beşdariya xwe ji hilbijartinê re bidin çêkirin. Lê ji ber kû 2009’ê Serokê Desteya Bilind a HilbijartinêKurd bû astengî ji me re derxistin û rê ne dan me em beşdarî hilbijartinê bibin. Jibo vê jî me got ev biryare ne zagonî, siyasiye. Di wê demê de Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinêya Herêma Kurdistan Elî Qadir bû û xwedî kesayetek rêkûpêk û dilsoz bû. Ji ber kû ev biryara li hemberî Lîsta Hîwa û PÇDK hatî girtin birêz Elî Qadir dijî derket ji erk hate girtin û hate dûrxistin. Dema kû biryara qedexeya beşdarbûna hilbijartinan ji lîsta me re hate girtin û me li dadgehê şikayet kir, ew hakimê kû berpirsyarê dosyaya me bû ji ber kû dosya ne pejirand ji aliyê serokê dadgehê ve hate guhertin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Xerîb got ev heftiyeke jibo PÇDK jî weke hemû partiyên siyasî bikeve Hilbijartinan serlêdana Desteya Bilind a Hilbijartinan dike û bi vî awayî pêde çû: “Ev heftiyeke jibo em destora ketina hilbijartinê ji Wezareta Karên Hindir bigrîn serlêdan dikîn. Lê wezaret dibêje we serlêdan kiriye kû hûn destora fermî wergirin bes ji ber kû pêdiviyên pêwîst hemû bicihnehatine em nikarîn piştgiriya we bikîn. Bi hinceta kû Wezareta Karênhindir piştgiriya me nake, Komîsyona Hilbijartijî vê dike sedem û serlêdana me na pejirîne. Jibo tomarkirina partiyên siyasî ya hilbijartinan dû roj mane û me biryar daye eger Desteya Bilind a Hilbijartinêheta sibê serlêdana me ne pejîrîne me biryardaye kû em li dozê vekin. Biryara kû hatî girtin bi awayek pir vekirî diyare kû siyasiye. Eger serlêdana me neyê pejirandin ev jibo siyaset û hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe rûpelek reş. Em hêvîdarîn kû Wezareta Karênhindir û Desteya Bilind a Hilbijartinêû Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzikatiya xwe ya li hember partiya me biguhere û di van herdû rojan de serlêdana me bipejirîne.”

Pêvajoya kû ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji aliyê hemû hêzên siyasî û Hikûmeta Herêmê ve piştgirî hatiye nişandan bilêv kir û wiha rêz kir: “Pêvajoya kû ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jibo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin heta niha ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistan, Hikûmeta Herêmê ve piştgirî hatiye nişandan. Di hemû daxuyaniyên xwe de keyfxweşiya xwe jibo vê pêvajoyê tînin ziman. Lê di aliyek din de jî bi hinceta kû em partiyek nêzîkî PKK’ê ne astengan ji me re derdixin û rê nadin me kû em beşdarî hilbijartinê bibîn. Wê demê ji em dikarîn bi awayek vekirî bêjîn kû ev daxuyaniyên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hindek partiyên siyasî ve tên kirin ne ji dilin û demkîne. Eger birastî piştgiriya vê pêvajoyê dikin çima bi sedema em nêzikî PKK’ê ne nahêlin em bikevîn hilbijartinê. Pêwîste ev nêzîkatî were zelal kirin. ”

BANGA KONFERANSÊ

Xerîb destnîşan kir kû heta 4’ê Hezîranê ji bo serlêdana partiyan siyasî ya beşdarbûna hilbijartinan dem hatibû diyar kirin lê biryar hate dayîn kû heta 6’ê Hezîranê ev deme hate dirêjkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo vê jî em ji Desteya Bilind a Hilbijartinêre dibêjîn hûn bipejirînîn Hikûmeta Herêmê tewanbar dibe lê eger hûn jî ne pejîrîn kû em beşdarî hilbijartinê bibîn wê demê hûn herdû alî jî tewan bar dibin." Xerîb di dirêjiya axaftina xwe de banga konferansekê jibo hemû aliyên Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê divê li gorî prensîbên demokrasiyê rêz ji hemû aliyan re were girtin û armanc bibe xizmeta gel. Jibo çareseriya vê jî em dixwazîn hemû aliyên siyasî û civakî yên Herêma Kurdistanê bînîn cem hev û konferasek li darbixîn. Di vê konfersêde dikarîn li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistan, aloziya di navbera Hewlêr û Bexda de herwiha li ser Konferansa Netewî a Kurd û pêwîste were çêkirin nîqaş bikîn û bi awayek hevbeş proje û biryarên xwe derbixîn. Herwiha dikarîn divê konferansê de zanabûnek netewîya hevbeş ya gel û partiyên Başûrê Kurdistanê bidin avakirin û li ser vî bingehî helwesta Başûrê Kurdistanê di aliyê fikra netewî de bikîn yek. Ev hersê xale pir girîngin.”

BANG LI HUKÛMETÊ

Di dawiya axiftina xwe de bang li Hikumeta Herêmê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir bila li gorî pîvanên demokrasiye tevbigere û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di dawiyê de dibêjim bila Herêma Kurdistanê bi awayek demokratik tevbigere û rêz ji hemû raman û aliyan re bigre û rê bide kû hemû aliyên civakê bikarin bi awayên ciyewaz bihizirin û xebatên xwe li ser ramanên ciyewaz bidin meşandin. Eger vêya bike wê di aliyê demokrasiyê de berbi pêş ve gav bavêje. Lê eger demokrasiye bi sinor bike bo nimûne wek qedexekirina partiyên siyasî bo beşdarbûna hilbijartinan wê hem di demokrasiyê de paş de gav bavêje hem jî wê bi awayek giştî winda bike. Bila rê bidin me em tevlî hilbijartinê bibîn eger em sernekevîn jî dîsa jibo Herêma Kurdistanê serkeftinek demokratîke ji berk û tişta ketî ser mile xwe kiriye.”