Beşdariya li nava refên YPG'ê zêde bû
Beşdariya li nava refên YPG'ê zêde bû
Beşdariya li nava refên YPG'ê zêde bû
Li dû êrişên li dijî Efrînê, beşdariya li nava refên YPG'ê zêdetir bû. Di merasîmeke doh de, 50 şervanên nû tevlî refên YPG'ê bûn.
Bi êrişên çeteyan ên li dijî Efrîn û derdora wê re, tevlêbûna ciwanan a li nava refên YPG'ê zêde bû. YPG, li gel şer û wezîfeya xwe ya parastinê, her weha şervanên nû jî perwerde dike. 50 şervanên nû yên dest bi perwerdeyê kirin, bi merasîmeke li kampa Şehîd Xebat a l Efrînê mezûn bûn û tevlî refên YPG'ê bûn.
Di merasîma îro danê sibê de, Fermandarê YPG'ê yê Herêma Efrîn-Heleb'ê Mahmût Berxwedan axaftinek kir.
Berxwedan da xuyakirin ku di demeke êrişên li dijî Efrînê de, mezûniyeta şervanên nû gelekî girîng e û got, "Em weke gel, tevger û YPG di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Ya emê erdê xwe biparêze û ji komên çeteyan paqij bikin, yan jî emê werin binaxkirin. Heta niha em bi saya gelê xwe û hêzên xwe yên li Efrînê, berxwedaneke mezin nîşan dan. Me konên çete ji gelek gundên xwe derxistin. Ji vê dewreya perwerdeyê beriya niha du hevalên mezûn bûn, çûn qada şer. Herduyan jî mînakek lehengiyê nîşan dan. Di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê, hûn wateya van êrişan û bersivdayîna wan baş dizanin. Em dizanin hûn amade ne di şopa hevalên xwe yên şehîd ketine bimeşin û biçin qada şer. Ji ber vê yekê, em ji niha ve ji we hemûyan re serketinê dixwazin."
Piştî axaftina Berxwedan, şervanên nû yên YPG'ê sonda tolhildanê xwarin û dokûmanên mezûniyetê girtin. Piştî merasîma sozdayinê, çalakiyeke moralê hat lidarxistin û dûre şervanên YPG'ê yek bi yek ketin ser rêya qadên xwe yên wezîfeyê.