Berzanî serxweşî li Hevseroka BDP'ê Kişanak kir

Berzanî serxweşî li Hevseroka BDP'ê Kişanak kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta koça dawiyê ya dayîka hevseroka Partiya Aştî û Demkorasiyê (BDP) Gulten Kişanak re nameyeke sersaxiyê şand. 

Di peyama li malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat weşandin de, weha tê gotin:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşka min a rêzdar xanim Gulten Kişanak 

Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya dayika cenabê we gihîşt min. Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe bi we û malbata we ya rêzdar radigihînim û hêvîdarim eve xem û nexweşiya we ya dawî be û xwedayê mezin xwedê jê raziyê bixe ber dilovaniya xwe û sebirê jî bi we bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê"