Berzanî dibêje hukûmetê, YNK jî dibêje PDK'ê deriyê sînor girt

Berzanî dibêje hukûmetê, YNK jî dibêje PDK'ê deriyê sînor girt

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku girtina deriyê  sînor yê di navbera Başûr û Rojava de bi biryara Hikûmeta herêmê ye û ne ya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye kirin. Rêveberekî ji Partiya Yekîtî Neştîmanî Kurdistan (YNK) diyar kir Hikûmetê ti biryarên fermî ji bo girtina sînor nedaye û YNK’ê ne bi vê biryarê re ye.

Nêçîrvan Barzanî di serlêdana Silêmaniyên de, li avahiya parêzgeha Silêmaniyê, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku girtina deriyê  sînor yê di navbera Başûr û Rojava de bi biryara Hikûmeta herêmê ye ne ya  PDK’ê hatiye kirin. Barzanî sedema girtina deriyê Sînor vedigerîne girtina hinek endamên Partiya Demokrata Kurd li Sûryê (Elparî) baskê Ebdilhekîm Beşar, ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê girêdayî Desteya Bilind a Kurd ve. Di lêpirsîna Asayişê de eşkere bûbû ku van kesan bi armanca komên çekdar derveyî banê Desteteya Bilin ava bikin li Başûrê Kurdistanê perwedeya leşkerî dîtine, ev perwerde bêyî ku haya hevparê Hikûmetê YNK’ê jê hebe, ji hêla pêşmergeyên PDK’ê ve hatiye birêxistinkirin, her wiha hatiye zanîn ku rêvebirên paye bilind, dibe ku Nêçîrvan Barzanî bixwe be, serdana kampên perwedê kirine.

Barzanî got: "Hinek endamên partiyan li ser sînor hatin girtin, deriyê sînor ji bo  alîkariya tevahiya gelê Kurd hatiye vekirin ne ji bo partiyekê ye, van biraderan li şûna ku alîkariyê bi awayekî dadmend belav bikin çûn endamên partiyan girtin."

Di heman mijarê de, Ebdilrezaq, Berpirsiyarê Ragihandina Buroya Siyasî ya YNK’ê, ku hevparê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, diyar kir ku di mijara girtina deriyê Sînor de tu biryarên fermî ji Hikûmetê nehatiye sitandin, Ebdilrezaq diyar kir ku ew wek YNK'ê bi ti awayî alîgirê vê biryarê nabin.

Ebdilrezaq, Berpirsiyarê Ragihandina Buroya Siyasî ya YNK'ê ji rojnameya Çetir Pres ya Kurdî re diyar kir: "Hikûmeta herêmê bi awayekî fermî ji bo girtina sînor ti biryar nedane."

Rêvebirê YNK’ê da zanîn: "Em bi ti awayî ne alîgirê girtina sînorê di navbera kurdan de ne." Her wiha diyar kir ku wek hevparên Hikûmetê di mijara girtina deriyê sînor de nehatine agahdar kirin û ji Hikûmetê xwest ku deriyê sînor bi rojavayê Kurdistanê vekin.

Daxuyaniya rêvebirê YNK’ê ji rojnameya Çetir Press a Kurdî re diyar kir ku biryara girtina deriyê sînor ji hêla PDK'ê bê ku haya hevparê Hikûmetê jê hebe hatiye sitandin.