Berxwedêrên li ser sînor dest bi 'avakirinê' kirin
Berxwedêrên li ser sînor dest bi 'avakirinê' kirin
Berxwedêrên li ser sînor dest bi 'avakirinê' kirin
Li gundê Mehser ê nobeda berxwedanê ya li ser sînor lê dewam dike, bi komun û kantonên hatin avakirin re, sembolîk be jî hewl tê dayîn jiyana azad a li Rojava bê dewamkirin. Berxwedêr, hem ji bo berxwedêran hem jî ji bo Kobaniyên pêwîstiya wan bi xaniyekî heye, xaniyên berê yên hatine terikandî, jinûve çêdikin.
Li gel girtina nobeda berxwedanê, li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bi komun û kantonan modela jiyana azad a li Rojava tê jiyîn. Zekî Bahçedûrmûş ê ji bo destekkirina berxwedana Kobanê ev 57 roj in li Mehserê ye û Aydin Alber ê 26 roj in di nav berxwedana li ser sînor de cih digire, xaniyên nayên bikaranîn û yên hilweşiyayî yên li gund çêdikin û ji bo berxwedêrên li ser sînor û Kobaniyan, amade dikin.
XANIYÊN TÊN AVAKIRIN WÊ JI BO BERXWEDÊR Û KOBANIYAN BIN
Zekî Bahçedûrmûş ê berî 57 rojan hat gundê Mehserê û konê xwe veda, dema xaniyekî kevin û hilweşiyayî yê li pêşberî konê xwe dît, bi komunê re axivî û xwest vî xanî jinûve ava bike. Bahçedûrmûş ê ji Çewlikê dûre bi berxwedêrekî din re kete nava tevgerê. Bahçedûrmûş diyar kir ku wan destpêkê xirbe ji holê rakirine û bi kirêc û kayê ji Pirsûsê aniye, dest bi xebatên jinûve avakirinê kirine.
Bahçedûrmûş da zanîn ku wî bi tecrûbeya pîşeyê avahîsaziyê dest bi çêkirina xanî kiriye û dixwaze ji bo çêkirina xaniyên din jî bibe mînak û ragihand ku piştî çêkirina xanî qedand, ew ê ji bo berxwedêran û Kobaniyan veke. Bahçedûrmûş li ber xaniyê jinûve çêdike bang li her kesî kir, ku piştgiriyê bide Kobanê.
Aydin Alber ê ji Liceyê, ku tevlî karê jinûve avakirina xanî bû anî ziman ku pîşeyê wî jî karê elektrîkê ye û piştî bidawîbûna xanî ew ê elektrîkê bicih bike.