Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hezroyê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hezroyê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hezroyê hatin bîranîn
Pêşengên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Amed Hezroyê hatin bîranîn.
Rêxistina BDP'ê ya Hezroyê û Navenda Çandê ya Zembîlfiroş a li Farqînê, li Taxa Topala ya Hezroyê çalakiyek li darxist. Çalakî ji bo bibîranîna pêşengên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di 14'ê Tîrmeha 1982'an de di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabûn hate lidarxistin. Rêveberên BDP'ê û gelek welatî jî tevli bibîranînê bûn. Çalakiyê piştî rêzgirtinê destpê kir.
Rêveberê Rêxistina BDP'ê ya Hezroyê Ahmet Sirnaç, ku di çalakiyê de axivî balkişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ku hikûmet gav biavêje. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz hatiye amadekirin hate nîşandan.