Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li 26 navendan hatin bîranîn

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li 26 navendan hatin bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, M. Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, li 26 navendan ji aliyê dehhezaran kesî ve bi çalakiyên cûda hatin bîranîn. Di çalakiyan de ji bo berxwedêran hat gotin, "em ji bîr nakin, emê nedin ji bîr kirin."

QOSER

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, çalakiya bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Parka Mehmet Sîncar ji aliyê rêxistina BDP'ê ya navçeyê ve hat organîzekirin. Di meşê de li gel Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, gelek kes amade bûn û ciwan jî bi meşaleyan ketin qada bîranînê. Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku giyana 14'ê Tîrmehê li qadên Kurdistanê gihaştiye serketinê û destnîşan kir ku azadiya wan bi azadiya Ocalan dibe. Li dû axaftinê sînevîzyon hat nîşandan, helbest hatin xwendin û koma muzîkê ya NÇM'ê stran got.

ŞIRNEX

Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Şirnexê jî ji bo bîranîna M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, li Salona Civînê ya Şaredariya Şinrexê bi beşdariya bi sedan kesî bîranînek lidar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar di axaftina xwe ya li bîranînê de got, "Em li têkoşîna hevalên xwe yên li zîndana Amedê di nava çar dîwaran de bedena xwe dan ber mirinê, xwedî derdikevin û emê têkoşîna wan bilind bikin."

HEZEX

Merasîma bîranînê ya li navçeya Şirnex Hezexê, ji aliyê MEYA-DER û Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê ve hat organîzekirin û li Parka Aştiyê hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser wateya rojê axaftin hat kirin. Piştî axaftinan jî sînevîzyonek li ser jiyana M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz hat nîşandan. Piştre bi sedan kes ber bi kolana Adîle Naşît ve bi meşaleyan meşiyan.

WÊRANŞAR

Bîranîna li navçeya Riha Wêranşarê jî li avahiya BDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin û tevî Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ednan Etlî gelek kes beşdar bûn. Di bîranînê de li dû axaftinan helbest hatin xwendin û sînevîzyon hat nîşandan.

PIRSÛS

Li navçeya Riha Pirsûsê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin bîranîn. Di bîranînê de li ser wateya Rojiya Mirinê ya Mezin a li Zîndana Amedê axaftin hatin kirin û sînevîzyon hat nîşandan.

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî bi wesîleya berxwedaan 14'ê Tîrmehê, gorên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin ziyaretkirin. Di serdanên goran de gelek malbatên gerîla û welatî amade bûn. Di dema ziyaretan de, girseya gel qurnefîl û find danîn ser goran û deqeyek rêz girtin.

NISÊBÎN

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Taxa Yenîşehîrê bi merasîmekê bibîr anî. Li ser navê Însiyatîfa Gel, komeke ji ciwanan bi alên mezin ên PKK, YDG-H, KCK, YPG û wêneyên Ocalan ket qada bîranînê. Piştî axaftinên li ser wateya rojê û pêvajoya heyî ya çareseriyê, girseya gel ji Taxa Yenîşehîrê ber bi Taxa Firatê ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

MÊRDÎN

Rêxistina BDP'ê ya Navenda Mêrdînê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Taxa Saraçoglû bi merasîmeke beşdariya bi sedan kesî bibîr anî. Di bîranînê de pankarta bi nivîsa "Hûnê di têkoşîna me de bijîn, emê we ji bîr nekin û nedin jibîrkirin" hat vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin hildan. Di bîranînê de li ser jiyana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê sînevîzyon hat nîşandan.

BARMAN

Li bajarokê Barman ê ser bi navçeya Mêrdîn Stewrê jî, merasîma bîranîna 14'ê Tîrmehê hat lidarxistin. bi sedan kes li ber Mala Gel a Barmanê hatin cem hev û ber bi goristanê ve meşiyan. Li dû meşê deqeyek rêz hat girtin û li qada lê bîranîn hat lidarxistin, sînevîzyon hat nîşandan.

AYDIN

Li Aydinê, Rêxistina BDP'ê ya Bajêr di çarçoveya bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz û kampanya "Hikûmet gavê biavêje" de, ji ber avahiya partiyê heta Sûlû Parkê meşek lidar xist. Di meşê de li gel rêveberên BDP û HDK'ê bi sedan kes amade bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Aydinê Raîf Kanat di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê êdî hikûmet di çarçoveya pêvajoya aştiyê gavan biavêje û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan, qereqol, bendav û HES neyên çêkirin. Li dû axaftinê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

GEVER

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha sala 1982'an M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, li navçeya Colemêrg Geverê bi şahiyeke bi heybet hatin bîranîn. Şahî ji aliyê BDP û MEYADER'ê ve hat organîzekirin û bi beşdariya bi hezaran kesî ji ber derbasoka girtgîgeha kevin bi meşekê ber bi Otela Oslo destpê kir. Li dû meşê, Rêveberê MEYADER'ê yê Geverê Cengîz Ortaş li qada şahiyê axivî û got, "Bersiva herî watedar a ji bo bîranîna şehîdên me yên bi rûmet, bersivdayîna li pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin e."

EDENE

Li navçeyên Edene Ceyhan û Seyhanê jî berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, bi meşeke girseyî hatin bîranîn. Di meşa li Seyhanê de li gel nûnerên saziyan zêdeyî hezar kes amade bûn. Girseya gel a ji ser Kolana Yenîbeyê ber bi Nûneriya BDP'ê ya Barbarosê ve meşiya, bi dirûşmeyan dilsoziya xwe ya bi berxwedêrên 14'ê Tîrmehê re nîşan da. Li ber Muxtariya Taxa Barbarosê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edenê Ûgûr Bayrak ji girseyê re axivî û destnîşan kir ku ew hemû derfetên xwe yên heyî deyndarên şehîdên xwe yên leheng in. Li dû merasîma bîranînê bi sedan ciwanên rûpêçandî li Gunekûşagi hatin cem hev û rê li trafîkê girtin. Ji ber destwerdana polîsan pevçûn derket û heta saetên dereng dewam kir.

CEYHAN

Li Ceyhanê, bi hezaran kes ji bo 14'ê Tîrmehê meşiyan. Meş li Taxa Kuçukkirimê pêk hat û li dû meşê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr û Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Cîhan Sîncar, li ser wateya rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê axaftin kirin. Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hat nîşandan.

MISRIC:

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Sêrt Misricê jî ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakiyek bîranînê lidar xist. Di çalakiya li Parka Bariş Mançode li gel Seroka Rêxistina BDP'ê ya Misricê Esmer Baran û Şaredar Necat Yilmaz bi sedan kes amade bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û sînevîzyon li ser jiyana berxwedêran hat nîşandan. Merasîm piştî axaftinên li ser wateya rojê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Ji bo bîranîna berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a li Girtîgeha Amedê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, li Colemêrgê meşeke bi meşale hat lidarxistin. Girseya gel duh bi şev li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê hat cem hev û bi merasîmekê bexwedêr bibîr anîn. Li dû sînevîzyona li ser jiyana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Rahmî Kûrt axivî û destnîşan kir ku bi saya têkoşîna wan, weke gel gihaştine vê astê. Dûre girseya gel bi meşaleyan ber bi taxa Bûlvar ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

SILOPÎ

Rêxistina BDP'ê a Silopiyê, bi çalakiyekê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anî. Di çalakiya li Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Cîgirê Şaredarê Silopiyê Sonmez di axaftina xwe ya li vir de got, "14'ê Tîrmehê, rêya tevgera azadiyê ronî kir. Em di rêya wan ronî kirine de dimeşin." Piştî axaftinan, bîranîn bi nîşandan sînevîzyonê bi dawî bû.

ÎDIR

Li Îdirê bi armanca bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bajêr merasîmek hat lidarxistin. Di merasîma li vir de jî li ser jiyana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê sînevîzyon hat nîşandan û helbest hatin xwedin.

ÊLIH

Şaxê MEYA-DER ê Êlihê jî bi armanca bîranîna berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz li Parka Şerzan Kûrt a li Taxa Karşiyakayê çalakiyek lidar xist. Çalakiya bîranînê piştî fitarê destpê kir û bi hezaran kes beşdar bûn. Di axaftinên li vê derê de jî dilsoziya bi bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê re hat nîşandan. 

Li dû axaftinan, Hozan Marûf Alan ê ji Navenda Çandê ya Biharê derket ser dikê û konser da.

WAN

Li Wanê bi armanca bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji ber Karşiyaka Beşyolê heta Navenda Çand û Hunerê ya Nûda meşeke bi meşale hat lidarxistin. Piştî meşa bi beşdariya bi hezaran kesî, li Navenda Çand û Hunerê merasîma bîranînê destpê kir. Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ya ji bo tinekirina tevgera azadiyê ya Kurd hat kirin, li zîndana Amedê bi berxwedana M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek, pûç bûye.

BÊGIR

Li navçeya Wan Bêgirê jî, rêxistina BDP'ê ya navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêgirê A. Vahap Aslan li vir peyivî û got, "M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi berxwedana xwe re nîşan dan ku dîktatoriya faşîst û mêtîngeriya li ser gelê me tê ferzkirin, wê ti carî bi ser nekevin."

MILAZGIR:

Li navçeya Mûş Milazgirê jî, Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê, danê êvarê li Parka Kale ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê merasîmek lidar xist. Di merasîmê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk bi sedan kes amade bûn. Li dû deqeyek rêzgirtinê, li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê sînevîzyon hat nîşandan. Parlamenterê BDP'ê Demîr Çelîk destnîşan kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê gelê Kurd gihandiye roja îro.

MIKS

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Wan Miksê, ji bo berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr bîne, bi meşaleyan ber bi "Konê Çareseriyê" yê li Zozanê Herêma Kirapete meiya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Li dû vekirina fitarê, bi sedan kes hilkişiya girê Meqeba Alûçe û li vir Rêveberê BDP'ê yê Navçeya Miksê Nîhat Meşe daxuyaniyek da. Meşe got, "Em komkujiyên komplokar ên li dijî gelê Kurd şermezar dikin."

KERBORAN

Merasîma bîranînê ya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mêrdîn Kerboranê, li Otogara navçeyê pêk hat. Merasîma bi beşdariya sedan kesî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de li ser wateya rojê axaftin hatin kirin û dûre bi dawî bû.

TARSÛS

Rêxistina BDP'ê ya Tarsûsê, ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek li Taxa Barbarosê mewlûd da. Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Tarsûsê Ahmet Kizmaz da xuyakirin ku berxwedêrên 14'ê Tırmehê berxwedaneke bêhempa nîşan dane. Piştî axaftinan ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

TETWAN

Di çarçoveya merasîma bîranînê ya li navçeya Bêdlis Tetwanê de, destpêkê mewlûd hat xwendin. Li dû mewlûdê, fitar hat vekirin. Piştre li Bexçeyê Çay ê Şehîd Mizgîn sînevîzyon hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê jî meşek hat lidarxistin û heta qada konserê ya ji aliyê 42. Festîvala Çand û Hunerê û Fûara Anatoliya Rojhilat a Tetwanê ve hat organîzekirin, dewam kir. Li vir jî Koma Pişeng derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

MERSÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê û navçeyên wê jî, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li qadên cûda yên bajêr bibîr anîn. Çalakiya yekemîn li navçeya Yenîşehîrê pêk hat û hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev ber bi Şahîn Tepe ve meşiyan. Girseya gel piştî meşeke 15 deqeyan gihaşt qada lê fitar tê vekirin û li vê derê ji girseya gel re xwarina fitarê ya ji bo 2 hezar kesî hat belavkirin. Piştî vekirina fitarê li ser wateya 14'ê Tîrmehê axaftin hatin kirin. Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk di axaftina xwe ya li vir de got, "Kurdan dest ji can, mal, gund û xaniyên xwe bedan. Lê ti carî dest ji rûmeta xwe bernedan. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin" Merasîma bîranîn bi xwendina helbestan û nîşandan sînevîzyona li ser jiyana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi dawî bû.

AKDENÎZ

Bi hezaran kes, piştî çalakiya li Yenîşehîrê ji bo beşdarî çalakiya li navçeya Akdenîzê bibin ketin rê. Bi hezaran kesên li Taxa Yenîpazarê hatin cem hev, ji vir bi meşaleyan ber bi avahiya BDP'ê ya navçeyê ve meşiyan. Girseya gel li vê derê jî bi axaftinan, berxwedêr bibîr anîn û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re anîn ziman.